Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna “gendeliyê” ya derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi tohmeta “wergirtin û dayîna bertîlê û sextekariya di îhaleyan de” 14 kes hatin desteserkirin.
Ji bo 18 kesan biryara desteserkirinê hatibû dayîn.
Li gorî agahiyan, birayê hunermend Erdal Erzîncan jî di nava kesên ku îro hatin desteserkirin de ye.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku lêpirsîn berdewam dike.
Heta niha di çarçoveya heman lêpirsînê de 303 kes hatine desteserkirin ku ji wan 97 kes hatin girtin û 206 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.
Her wiha hat eşkerekirin ku 41 ji kesên desteserkirî û 73 kes di çarçoveya yasaya poşmaniyê de îfade dane û ji wan 39 kes hatine berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse