Sibe Rojiya Êzî dest pê dike

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kurdên Êzidî Rojiya Êzî Cejna Êzî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Kar û Barên Êzdiyan ê Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku sibe roja yekem a "Rojiya Êzî" ye.

Birêvebirê Giştî yê Kar û Barên Êzdiyan ê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Siûd Misto li mijarê ji Rûdawê re axivî.

Siûd Misto derbarê dema girtina rojiyê de, diyar kir ku Kurdên Êzidî berî hilatina rojê dev ji xwarinê berdidin û heta rojavabûnê tiştekî naxwin û venaxwin.

Misto her wiha bal kişand ser dema van rojiyan û got:

"Rojiya Êzî salane dikeve nîvê meha 12an, her çiqas dîrok li gorî salnameya Rojhilatî tê diyarkirin."

Roja înê Cejna Êzî ye

Li gorî daxuyaniyê, ev rojî her sal di rojên sêşem, çarşem û pêncşemê de tê girtin.

Piştî sê rojên rojiyê, roja înê jî wekî Cejna Êzî tê pîrozkirin.

Rojiya “Êzî” yek ji erkên herî giring û pîroz ên ola Êzidiyan e.

Ev rojî ji bo rêzgirtina li "Siltan Êzî" (Navê Xwedê yê mezin) tê girtin.

Li gorî baweriya Êzidiyan, ev roj nîşaneya nêzîkbûna li Xwedê û paqijkirina ruh û can e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst