کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Karwaneke din a koçberên Sûrî ji Kampa Holê hate derxistin

Berzan Ferman

Berzan Ferman

16-01-2022
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Berzan Ferman
Berzan Ferman16-01-2022

Nûçeyên Têkildar

Rêberê Ruhanî yê Ermeniyên Katolîk ên Cîhanê serdana Mêrdîn û Amedê kir
Kurdistan23-11-2026

Rêberê Ruhanî yê Ermeniyên Katolîk ên Cîhanê serdana Mêrdîn û Amedê kir

Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan bi rêya telefonê axivîn
Kurdistan23-11-2026

Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan bi rêya telefonê axivîn

Sûriye ji bo birîndar û şehîdên HSDyê ofîsekê vedike
Kurdistan23-11-2026

Sûriye ji bo birîndar û şehîdên HSDyê ofîsekê vedike

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xeser hejmareke din ji koçberên Sûrî ji kampa Holê ya Hesekê hatin derxistin û ji bo navçeyên wan ên li Dêrazorê hatin şandin. Derxistina koçberên Sûrî di bin çavdêriyeke tund ya hêzên ewlekariyê de hate kirin.

Ofîsa Karûbarê Koçberan ya Rêveberiya Xweser ragihand ku hejmara kesên ku ji kampa holê hatin derxisitin û bo Dêrezorê hatin şandin 217 kes bûn.

Elî El- Mihemed yê 72 salî, ku ji gundê Diblane yê Dêrazorê ye, 7 pismamên wî di nava refên DAIŞ de hatin kuştin, ew jî berbijêrê serokê têkiliyên giştî li cem DAIŞ bû çimke vî pîremêrî mamostetiya ola Îslamê li Siûdiyê kiribû dibêje ew tiştekî ji bilî jiyana li warê xwe naxwazin û ew dûrî îdeolojiyên rêxistinên terorî ne.

Koçber Elî El Mihemed dibêje “Çadira me ne pak bû, êşa me ew e azadiya me sînordar kirî bû, 8 mehan min daxwaza derketinê dikir û bi dest min nediket, ez nimêjên xwe paş nîvro û eşayê dikim, ez misliman im lê ne girêdayî tu rêxistineke an jî girûpeke çekdar im.”

Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê roja Yekşema 16ê Kanûnê komek nû ji xelkê bajarê Dêrezorê û gundewarê wê ji kampa Holê derxist.

Ofîsa Karûbarê Koçberan ya Rêveberiya Xweser diyar dike ku bi palpiştiya encûmena bajarê Dêrazorê ev koçber der tên û dê çavdêriyê li reftarên wan bike.

Hevserokê Ofîsa Karûbarê Koçber û Rêxistinan ya Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed dibêje “Hîn hezar malbatên ku ji Dêrezorê ne li kampê hene. Piştî biryara 146 ku kampê ji Sûriyan vala bikin  heta niha me 9 hezar û 995 kesan gihand cihên wan. Di despêka salê de bûyerên kuştinê rû dan, bi taybet li hember karmendên saziyên tendirustiyê yên mirovahî. Hêviya me ew e ku civaka navnetewî alîkar be ku em karibin xelkê ji kampa Holê vala bikin.”

Li kampa Holê ku 40 km dûrî bajarê Hesekê ye nêzî 58 hezar koçber tê de dijîn, ji wan 30 hezar û 182 kes Îraqî ne, 19 hezar û 70 kes Sûrî ne û yên mayî jî ji 60 welatên cîhanê ne

Pirsên