Partiyên Kurdistanî: Gelê Kurdistana mezin bi hişmendiyeke neteweyî tevdigere

16-03-2021
RÛDAW
PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR li Amedê bi boneya 33emîn salvegera komkujiya Helebceyê daxuyanyek hevbeş dan
PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR li Amedê bi boneya 33emîn salvegera komkujiya Helebceyê daxuyanyek hevbeş dan
Nîşan Komkujiya Helebce Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Her pênc partî û tevgerên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê, PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR Li Amedê di heqê kîmyabarana Helebceyê de daxuyanîyek hevbeş dan û tê de ragihandin: “Cihê serbilindiyê ye ku gelê Kurd li Bakur, Rojhelat û Rojavayê Kurdistanê xwedî li wan xwîşk û birayên xwe yên mişextbûyî derket, bi hemî derfetên xwe alîkariya wan kir û birîna wan derman kir. Ew yek jî carek din îsbat kir ku, herçend axa Kurdistanê hatibe parçekirin û tu dewleteka serbixwe ya kurdan îro tune be jî, gelê Kurdistana mezin bi hişmendiyeke neteweyî tevdigere.

PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR îro 16ê Adara 2021an Cemîyeta Rojnamevanan a Amedê bi boneya 33emîn salvegera komkujiya Helebceyê de daxuyanîyek hevbeş dan û ragihandin ku wan komkujiya Helebceyê ji bîr nekirine û dê ji bîr nekin.

Partî û tevgerên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê tekez dikin ku ti dewleteke cîhanê li hember wê êrîşa hovane ya li dijî Helebceyê dengê xwe dernexist û herwiha  “rejîma jenosidkar” şermezar nekirin.  

Di daxuyaniya wan hate gotin: “Herçend axa Kurdistanê hatibe parçekirin û tu dewleteka serbixwe ya Kurdan îro tune be jî, gelê Kurdistana mezin bi hişmendiyeke neteweyî tevdigere, bi êş û jana her kurdekî li ser rûyê cihanê xemgîn dibe û bi serkeftina wan kêfxweş dibin.”

Ev jî daxuyanîya hevbeş a 5 partî û tevgerên Kurdistanê ye:

“Wekî tê zanîn, 33 sal berê rojek wek îro, dewleta dagîrker a Îraqê li devera bajarê Helebcê bi balafirên leşkerî êrîşêke esmanî li dijî gelê Kurdistanê li dar xist û ji wan balafiran çekên kîmyayî bi ser Kurdistaniyên sîvîl de barand. Di encama wê êrişa namerdane de mixabin nêzîkê 5 hezar zar û zêç, pîr û kal û jin û mêr jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Ew êrîş beşek ji operasyona Enfalê bû, ku dewleta dagîrker di 1983yan de dest pê kiribû, 182 hezar Kurdistanî qetil kiribû û armanca wê yekser têkbirina şoreşa li Başûrê Kurdistanê bû.  

Hêjayî gotinê ye ku di wê demê de, bi sed hezaran ji gelê sîvîl ên Başûrê welatê me naçar man ku terka mal û warên xwe bikin da ku malbat û zarokên xwe ji mirinê xilas bikin! Dewletên cihanê li hember vê karesata mezin xwe kerr û lal kirin û kurdan bi tena serê xwe hêştin. Çend dorûberên piçûk ne tê de, tu dewleteke cîhanê li hember vê êrîşa hovane ya li dijî welatiyên me yên sivîl ne rabû ser lingan, ne dengê xwe bilind kir û ne jî rejîma jenosidkar şermezar kir.  

Lê belê, cihê serbilindiyê ye ku gelê kurd yê li Bakur, Rojhelat û Rojavayê Kurdistanê xwedî li wan xwîşk û birayên xwe yên mişextbûyî derket, bi hemî derfetên xwe alîkariya wan kir û birîna wan derman kir. Ew yek jî carek din îsbat kir ku, herçend axa Kurdistanê hatibe parçekirin û tu dewleteka serbixwe ya kurdan îro tune be jî, gelê Kurdistana mezin bi hişmendiyeke neteweyî tevdigere, bi êş û jana her kurdekî li ser rûyê cîhanê xemgîn dibe û bi serkeftina wan kêfxweş dibin.  

Lewra, herçend operasyona jenosîdkar a Enfalê û komkujiya Helebceyê, di dîroka nêzik a kurdan de karesateke mezin be jî, divê neyê jibîrkirin ku jenosîda li hember Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê îro jî berdewam e û ev jenosîd, ne tenê bi awayê kuştina Kurdan tê birêvebirin. Dewletên dagîrker bê rawestan û bi hev re hewl didin ku Kurdan bi awayê çandî û siyasî jî ji holê rabikin. Ev siyaseta dewletên dagîrker çawa 33 sal berê li Helebçe rû da, îro jî heman siyaset li Kerkûkê, li Efrînê, li Serê Kaniyê, li Mehabadê û li Amedê jî tê meşandin.  

Lê, careke din cihê serbilindiyê ye ku, gelê me yê li çar aliyê Kurdistana mezin, bi hişmendîyeke neteweyî li hember vê siyaseta jenosîdkar radibe, li ber xwe dide û têkoşîna xwe didomîne.   

Tu jenosîd û zilman, li her çar perçeyên Kurdistanê jî nikarîbûye rê li ber têkoşîna doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bigire. Keç û kur û neviyên qurbaniyên jenosîda Helebceyê îro li Başûrê Kurdistanê bi destkeftîna dewleta federe, Alaya Kurdistanê li ser Parlamentoya Kurdistanê li ba didin. Her wan keç û kur û neviyên qurbaniyên jenosîda Helebveyê,  di 25ê Îlona 2017an de,Kerkûk û Şingal jî tê de li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê, di Referandûma Serxwebûnê de, bi awayekî demokratîk, bi rêjeya ji %93yê ji serxwebunê re gotin ‘Belê!’ 

Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpa û raya giştî ya cîhanê dikin ku roja 16ê Adarê weke roja jenosîda Kurdan qebûl bikin. Bi heman rengî em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ji bo vê armancê ligel hemû hêzên welatparêz kar û xebatê bike. 

Bi van hest û ramanên xwe yên neteweyî, em wekî partî û rêxistinên Kurdistanî, li ked û xebat û destkeftiyên neteweyî, niştimanî yên li her çar perçeyên Kurdistanê xwedî derdikevin. Em bi helkefta 33min salvegera komkujiya Helebceyê, hemî qurbanîyên jenosîda Helebceyê û giyanên pîroz ên şehîdên doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst