Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik ragihand ku biserketina banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan girêdayî pêngavên Tirkiyeyê yên derbarê pêvajoyê de ye.
Her wiha Bayik got, "Heta Tirkiye gavan neavêje tiştekî zêde nîne ku Rêber Apo bike."
Endamê Konseya Rêveber a KCKyê Cemîl Bayik di hevpeyvîneke li gel ANFyê de derbarê bipêşketinên dawî yên pêvajoya nû û mijarên di rojevê da axivî.
Bayik amaje bi banga çekdanîn û xwefesixkirinê ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan da û got ku biserketina wê bangê girêdayî pêngavên Tirkiyeyê ne.
Cemîl Bayik ragihand ku li ti derê cîhanê pirsek bi gavên yekalî nehatiye çareserkirin û got:
"Mînakên vê jî nîn in. Rêber Apo pêngava ku ji aliyê wî ve bê avêtin avêt û got ‘Ez berpirsê vê pêvajoyê me, ez berpirsê dîrokê me û garantorê vê yekê me.’
Got ‘Ji bo ku ez bikarim pêvajoyê ber bi pêşve bibim divê hûn van derfatan bidin min. Yanî divê şertûmercên min bên guhertin û ev sîstema Îmraliyê bê tasfîyekirin.’"
"Heta gav neyên avêtin tiştekî ku Rêber Apo bikare bike nîne"
Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik bangî Tirkiyeyê kir ku ji bo pêvajoyê pêngavan biavêje û got:
"Divê şert û mercên azadiya fîzîkî û karkirina azad ên birêz Ocalan bên bicihanîn.
Divê Parlamentoya Tirkiyeyê komîsyonekê ava bike û di destûr û yasayan de hinek guhertinan bike.
Bahçelî dibêje bila Rêber Apo bê û li Parlamentoyê biaxive. Ma dê çawa biaxive? Derfeta wî ya axaftinê nîne.
Lê eger ji bo Rêber Apo û Kurdan yasa bên guhertin û şert û mercên karkirina azad bên dabînkirin, sîsetama Îmraliyê bê tasfiyekirin, wê demê dikare vê yekê bike.
Tişta ku pêwîst e bê kirin ev e. Bendewariya her kesî jî di vî warî de ye û her kes jî vê yekê dizane.
Gavên ku dewleta Tirk biavêje ev in. Heta ev gav neyên avêtin tiştekî zêde yê ku Rêber Apo bikare bike nîne."
Cemîl Bayik wiha pê de çû, "Eger Tirkiye bixwaze pêvajo ber bi pêşve biçe divê şert û mercên karkirina azad ên Rêber Apo bên başkirin.
Divê azad kar bike. Divê sîstema Îmraliyê bê hilweşandin. Wê demê dê pêwîstiyên bangê bên bicihanîn."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse