Mesrûr Barzanî: Divê Bexda tezmînatê bide malbatên şehîdan

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Komkujiya Helebceyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî divê hikûmeta Bexdayê tezmînatê bide malbatên şehîdên Helebceyê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Adarê bi boneya 38emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku divê hikûmeta federal berpirsyariyên xwe yên yasayî û destûrî bi cih bîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xwest ku malbatên qurbaniyan ji aliyê Bexdayê ve werin qerebûkirin.

"Destkeftî berhema xwîna şehîdan in"

Meserû Barzanî her wiha wî bang kir ku destkeftiyên Herêma Kurdistanê yên ku berhema xwîna şehîdan in werin parastin.

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:

"Di salvegera 38emîn a kîmyabaran û komkujiya bajarê Helebceyê de, em bi rêz û rûmet şehîdên bêguneh ên vê karesata mezin bi bîr tînin ku li dijî xelkê Kurdistanê hatibû kirin û armanca wê qirkirin û komkujiya gelê Kurdistanê bû.

Kîmyabarana Helebceyê di dîroka me de her dem birîneke kûr e.

Ew nîşaneyeke diyar û zelal a wê zilm û zordariyê ye ku li dijî xelkê Kurdistanê hatiye kirin.

'Divê ev tawana hov ti caranji bîr neçe'

Divê ev tawana hov ti caran ji bîra xelkê Kurdistanê û mirovahiyê neçe.

Pêwîst e xelkê Kurdistanê ji bîr neke ku ev destkeftiyên îro li Herêma Kurdistanê hatine bidestxistin, berhema xwîna şehîdên me yên serbilind in û divê em bi her awayî wan biparêzin.

Em di vê bîranîna xemgîn de careke din bi bîra hikûmeta federal tînin ku divê li gorî berpirsyariya xwe ya yasayî û destûrî tevbigere.

Divê hikûmeta federal bi awayekî hêja tezmînatê bide malbat û xizmên serbilind ên şehîdên Helebceyê, enfalkiriyan û hemû qurbaniyên din ên destê rejîma berê ya Îraqê.

Ez serê xwe li ber ruhê paqij a şehîdên Helebceyê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst