Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Parastina Herêma Kurdistanê erkeke giran a niştimanî li ser milê me hemûyan e."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera 38an a kîmyabarana Helebceyê de peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku herêm di rewşeke xeternak a şer re derbas dibe û got:
"Îro ku herêm di rewşeke xeternak a şer re derbas dibe, ji bo parastina Herêma Kurdistanê erkeke giran a niştimanî li ser milê me hemûyan heye."
"Helebce tawaneke li dijî mirovahiyê bû"
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku kîmyabarana li Helebceyê ne tenê hewleke ji bo jiholêrakirina fîzîkî ya Kurdan bû.
Wî got, "Ew tawaneke li dijî mirovahiyê û êrişeke hovane bû li ser îradeya wî gelê ku tenê daxwaza jiyan û azadiyê dikir."
Serokê Herêma Kurdistanê anî zimên ku Helebce wekî şahidekî zindî yê dîrokê di wîjdana cîhanê de dimîne.
Wî tekez kir ku divê mirovahî dersê ji wê wergire û li her derê cîhanê be rê li ber ducarebûna her cure komkujiyekê bigire.
“Divê qurbaniyên Helebceyê werin qerebûkirin”
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Hikûmeta Federal a Îraqê di mijara qerebûkirinê de berpirsyar e.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku pêwîst e Bexda tezmînatê bide qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê da ku dadperwerî ji bo qurbaniyan pêk were.
Wî her wiha got, "Li Herêma Kurdistanê jî divê xizmetên herî baş ji bo qurbaniyên wê tawanê were pêşkêşkirin."
"Yekrêzî tenê rêya parastina destkeftiyan e"
Nêçîrvan Barzanî qala rewşa niha ya herêmê jî kir û got, "Di vê rewşa hestiyar de, yekrêzî û wekhevî tenê rêya parastina destkeftiyan û rûbirûbûna astengiyan e."
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku her kes deyndarê xwîna şehîdan e.
Li gorî wî, wefadariya herî baş a ji bo ruhê wan ê pak, karkirina bi hev re ye da ku metirsî ji gel û axa Kurdistanê werin dûrxistin.
Tevahiya peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:
"Di salvegera 38an a kîmyabarankirina Helebceyê de, em bi rêz û hurmet şehîdên bêguneh ên wê karesatê bi bîr tînin ku 16ê Adara 1988an rejîma wê demê ya Îraqê derheqê gelê Kurdistanê de encam da.
Ev dê her dem wekî birîneke vekirî ya niştiman bimîne.
Em serê xwe li ber ruhê pak ê şehîdên Helebceyê û tevahiya Kurdistanê ditewînin.
Em silavan ji mirovên wan ên serbilind û hemû qurbaniyan re dişînin.
Helebce ne tenê hewleke jiholêrakirina fîzîkî ya Kurdan bû, tawaneke li dijî mirovahiyê û êrişeke hovane bû li ser îradeya gelê ku tenê daxwaza jiyan û azadiyê dikir.
Helebce wekî şahidekî zindî yê dîrokê di wîjdana cîhanê de dimîne da ku mirovahî dersê ji wê wergire û li her kû derê cîhanê be rê li ber ducarebûna her cure komkujiyê bigire.
Em di vê bîranînê de tekeziyê li ser berpirsyariya Hikûmeta Federal a Îraqê ya li hemberî Helebce û qurbaniyên wê dikin.
Li gorî biryara Dadgeha Bilind a Tawanên Îraqê ku tawana kîmyabarana li Helebceyê wekî komkujî nas kir, pêwîst e qerebûya hêja ya qurbaniyan bike da ku dadperwerî ji bo qurbaniyan pêk were.
Her wiha li Herêma Kurdistanê jî divê xizmeta herî baş û çavdêriya pêwîst ji bo qurbaniyê wê tawanê were pêşkêşkirin.
Îro ku herêm di rewşeke xeternak a şer re derbas dibe, ji bo parastina Herêma Kurdistanê erkekî giran ê niştimanî li ser milê me hemûyan heye.
Di vê rewşa hestyar de, yekrêzî û wekhevî tenê rêya parastina destkeftiyan û rûbirûbûna astengiyan e.
Em hemû deyndarê xwîna şehîdan in û wefadariya herî baş ji bo rûhê wan ê pak, karkirina bi hev re ye ji bo dûrxistina metirsiyan ji gel û axa Kurdistanê.
Tevî hemû zehmetî û astengiyan jî em bi hêvî û hêvîdarî li paşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê dinêrin û em piştrast in ku paşeroja gelê Kurdistanê ronî ye.
Silav ji bo ruhê pak ê şehîdên Helebceyê û hemû şehîdên Kurdistanê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse