Bafil Talebanî: Niha dema yekîtiyê ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bafil Talebanî YNK Herêma Kurdistanê Yekîtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û herêmê daxuyaniyek belav kir.

Bafil Talebanî diyar kir ku nabe biryarên ku bandorê li çarenivîs û jiyana gel dikin bi awayekî yekalî werin dayîn.

Bafil Talebanî da zanîn ku herêmê rûbirûyî alozî û bêaramiya dijwar bûye û got:

"Di vê demê de nabe ku ew biryarên ku bandorê li çarenivîs û jiyana gelê me dikin, bi awayekî yekalî bên dayîn."

Talebanî amaje pê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmeteke bingehfireh e û got "Divê hemû alî li gorî vê yekê tevbigerin."

“Niha dema yekîtiyê ye”

Serokê YNKyê destnîşan kir ku niha ne dema alozî û qezenckirina xalên siyasî ye û wiha pê de çû:

"Mafê gelê me ye ku xwedî jiyaneke aram be û meaşê xwe di dema xwe de wergire.

Niha li hemberî wan metirsiyên mezin ên ku dibe rûbirûyî me bibin, dema yekîtiyê ye."

“Em piştgiriyê didin diyalogeke avakar”

Bafil Talebanî di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya diyalogê û wiha berdewam kir:

"Em ji bo parastina aramiya Herêma Kurdistanê û Îraqê, piştgiriyê didin diyalogeke avakar a bi hevparên xwe yên li Bexda û Hewlêrê re.

Di heman demê de divê em piştrast bin ku xweşguzeraniya welatiyên me ti carî nakeve metirsiyê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst