Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî rewşa herêmê gotûbêj kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Neteweyên Yekbûyî Xûlam Mihemed Îshaqzayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Rêkxerê Niştecîhan ê Îraqê Xûlam Mihemed Îshaqzayî rewşa herêmê gotûbêj kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Rêkxerê Niştecîhan ê Îraqê Xûlam Mihemed Îshaqzayî û şanda pê re qebûl kirin.

Di civînê de rewşa siyasî û ewlehiya Îraqê û xebatên Neteweyên Yekbûyî hatin nirxandin.

"Divê piştgiriya civaka navneteweyî bidome"

Nêçîrvan Barzanî ji ber rola Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê spasiya wan kir.

Wî tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştgirî û alîkariyên civaka navneteweyî yên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir da ku aramî pêk were û pirsgirêk werin çareserkirin.

Pêbendbûna Neteweyên Yekbûyî

Ji aliyê xwe ve, Xûlam Mihemed Îshaqzayî jî ji ber hevahengiya aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ya bi Neteweyên Yekbûyî re spasiya wan kir.

Wî pêbendbûna Neteweyên Yekbûyî ya ji bo berdewamiya alîkariyên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kir.

Hewldanên dîplomatîk

Rewşa aloz a herêmê û encamên şer, mijarên din ên civînê bûn.

Her du aliyan di vê derbarê de tekezî li ser girîngiya zêdekirina hewldanên dîplomatîk kir da ku pirsgirêk bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst