Amed (Rûdaw) – Cîgira Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman dibêje yasaya lêborînê di warê mafnasiyê de şaşîtiyeke mezin e; lewre ev yasa ne li gor prensîbên wekheviyê ye û ne hiqûqi ye.
Di çarçoveya rêlibergirtina belavbûna vîrûsa Koronayê de, yasaya lêborîna zindaniyan ya ku bi dengên AK Partî û MHPê di parlementoya Tirkiyê de hatibû pesendkirin, biryara wê di rojnameya fermî de jî hate ragihandin û proseya azadkirina 90 hezar girtiyan ji girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê destpêkir. Her çend ew kesên ku hatine azadkirin ji vê yasayê razî bin jî hîn alî hene ku dibêjin ev yasa ne li gor prensîbên mafnasiyê ye.
Piştî ku yasaya lêborîna girtiyan ket warê cîbicîkirinê, proseya azadkirina hejmareke girtiyan ji zindanên li Sêrt û Amedê dest pê kir. Li gor zanyariyan li Amedê 1300 girtî û hikûmwarî hatin azadkirin.
Mistefa Amedî jî piştî 3 salan ji zindanê derket û hate malê, ew zindaniyekî sucê adî bû.
Betul a 3 salî dema ku bavê wê kete zindanê 15 rojî bû, niha matmayî ye, fedî dike; lê cejna Eyşe û Berat e, ew xwe ji defa singê bavê xwe nadine alî.
Girtiyê azadkirî Mistefa Amedî dibêje: “Me cazayê xwe kişand û em derketin, ev lêborîn ji bo min û malbata min tişteke hêja bû, Xwedê ji dewleta me razîbe û ez bawerim êdî ez dê zindanan nebînim, azadî gelek xweş e.”
Li heman bajar û heman taxê li maleke din çavên Birgul ev 13 sal in lê rê ya bavê wê ye, bavê wê girtiyeke siyasi ye û bi 34 salan hatiye cezakirin.
Di 13 salan de bavê wê li 4 girtîgehên wek Amed, Edirne, Gîresûn û Şirnexê hate gerandin, bavê wê jî wek 10 hezar û 500 girtiyên siyasî sûdê ji lêborîna zindaniyan wernegirt.
Keça girtiyrkî siyasî Birgul Çagricî jî dibêje: “Hikumetê tenê alîgirên xwe razî kir di vê babetê de. Ez pê bawer im ku îro li gelek malan şahî heye; lê li gelek malan şîn heye.”
Li gor yasaya lêborînê ji bilî girtiyên sûcên siyasî, ewlehiya dewletê, bazirganiya madeyên hoşber, tundiya li dijî jinê û destdirêjiya seksê, hemû girtiyên din sûd wergirtin û herwisa girtiyên girtigehên vekirî bi dema 3 mehan hatine azadkirin.
Li gor Baroya Amedê yasaya lêborînê di warê hêmanên mafnasiyê de şaşîtiyeke mezin e; lewre ev yasa ne li gor prensîbên wekheviyê ye.
Derbarê mijarê de Cîgira Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman jî wiha axivî: “Eger armanca dewletê parastina mafên zindaniyan bûya wan dê cudahiyek nexista nava girtiyan û dê çarçoveya wê berfirehtir bikiran; berpirsyariya dewletbûnê ev e ; lê em dibînin ev yasaya lêborînê yek alî ye û ne hiqûqî ye.”
Tirkiye di nav 43 dewletên Ewropayê de bi 335 girtîgeh û 300 hezar girtî û darazkirî di rêza yekemîm de ye; herwiha li gor rapora dawî ya Komeleya Mafê mirovan di van girtîgehan de 1334 zindaniyên nesax hene.



