Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji wan 3 Pêşmergeyên ku di êrişa dronî ya roja sêşemê ya li ser kampa Sûrdaşê de birîndar bûbû, êvara heman rojê ji ber giraniya birîna xwe şehîd ket.
Kesên nêzîkî wê dibêjin ku wê ji ber ku li çend nexweşxaneyên Silêmaniyê nehatiye qebûlkirin canê xwe ji dest daye.
Lê belê birêvebirê tenduristiyê yê Silêmaniyê dibêje, "Wan birîndar nebirine ti nexweşxaneyeke girêdayî Wezareta Tenduristiyê."
Şehîdketina Xezal Mewlan
Xezal Mewlan Çeperabad, pêşmergeyeke Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê bû.
Ew di bombebaraneke li parêzgeha Silêmaniyê de ku partiya wê dibêje "ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye kirin", li gel 2 hevalên xwe birîndar bû.
Piştî ku Xezal û hevalên wê gihîştin nexweşxaneyan, Xezal piştî çend demjimêran ji ber giraniya birîna xwe şehîd ket.
Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê di daxuyaniyekê de got:
"Heval Xezal Mewlan Çeperabad, Pêşmergeya Komeleyê, canê xwe ji dest da. Heval Xezal a ku ji ber êrişa dronî ya Komara Îslamî birîndar bûbû, piştî ku gihîşt nexweşxaneyê, ji ber giraniya birîna xwe şehîd ket û tevlî karwana şehîdên Komele û Kurdistanê bû."
"Çend nexweşxaneyan ew qebûl nekir"
Berpirsê Pêwendiyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yê Hewlêrê Emced Husên Penahî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got,”Piştî ku Xezal dibin Silêmaniyê, ewil dibin Nexweşxaneya Şoreş (nexweşxaneyeke taybet a Pêşmergeyan e û girêdayî Wezareta Parastinê ye.
Li wir tedaviya ewil jê re tê kirin, lê ji ber ku cihê razandinê tune bû, dibêjin bibin nexweşxaneyeke din.
Emced Penahî di berdewamiyê jî de got, "Helwesta Nexweşxaneya Şoreş ne siyasî bû, berê gelek birîndarên me tedawî kirine lê cihê wan sînordar bû û nekarîn qebûl bikin."
Penahî çîrokê wiha didomîne, "Pişt re Xezala birîndar birin Nexweşxaneya Asyayê (nexweşxaneyeke taybet e) lê wan qebûl nekir.
Paşê birin Nexweşxaneya Bexşînê (ew jî ya taybet e), wan jî amadehiya tedawiyê nîşan neda û piştî zêdetirî 20 xulekan, ji me re gotin bibin Nexweşxaneya Farûqê."
Piştî çend xulekan ku Xezal digihînin Nexweşxaneya Farûqê, ew li ber êşa birîna xwe li wir canê xwe ji dest dide.
Nexweşxaneya Bexşîn: Em nikarin dozên ewlehiyê wergirin
Berpirsê Ragihandinê yê Nexweşxaneya Bexşînê Karwan Elî, derbarê qebûlnekirina Xezalê de ji Rûdawê re got, "Biryara Birêvebiriya Tenduristiyê ya Silêmaniyê heye; dozên polîs û asayîşê li nexweşxaneyên kerta taybet nayên qebûlkirin.
Ew doz bi ewlehiyê ve girêdayî bû û pêdivî bi nivîseke fermî ya aliyên ewlehiyê hebû lê bi wan re tune bû."
Karwan Elî her wiha anî zimên ku li nexweşxaneya wan tedaviya ewil ji bo Xezalê hatiye kirin lê ji ber ku nehatiye beşa çavdêriya tund, wan nekariye wê li wir bihêlin.
Wî tekez kir ku tu biryareke siyasî li pişt vê yekê tune bû.
Nexweşxaneya Asya: Xezal neanîne cem me
Beşa Ragihandinê ya Nexweşxaneya Asyayê jî di daxuyaniyekê de nûçeyên ku dibêjin birîndar anîne cem wan red kirine û got, "Ti pêwendî bi me re nehatiye danîn.
Her gava nexweşek bigihîje nexweşxaneya me, pêşîniya me tedawî ye û pişt re rêkarên îdarî û yasayî tên wergirtin."
Birêvebirê Tenduristiyê yê Silêmaniyê: Xezal nebirine nexweşxaneyên me
Birêvebirê Giştî yê Tenduristiyê yê Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ji Rûdawê re got:
"Ew Pêşmerge nebirine ti nexweşxaneyeke girêdayî Wezareta Tenduristiyê.
Ewil birine Nexweşxaneya Şoreş a girêdayî Wezareta Pêşmerge, pişt re jî birine nexweşxaneyên Asya û Bexşînê ku ew jî taybet in."
Xezal Mewlan, li kampa Sûrdaşê ya li Silêmaniyê birîndar bûbû ku kampa hevbeş a her du baskên Komeleyê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse