Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber êrişa bi dronan a 6ê Nîsanê ya li taxa Bextiyariyê ya Silêmaniyê, cihê xwendin û perwerdeyê yê 70 zarokên astengdar wêran bû.
Ew niha ji dersên xwe mane û li benda destekî dilovan in da ku "mala wan a duyem" nûjen bikin.
Şeva 6ê Nîsana 2026an, dronkê êrişî malekê li taxa Bextiyariyê ya Silêmaniyê kir.
Perçeyên wê dronê zerereke mezin gihand du avahiyên cîran ku wekî dibistan û navenda perwerdeyê dihatin bikaranîn.
Ew cih jî "Peymangeha Rûnakî ya Nabînayan" û "Peymangeha Awatê ya Perwerdeya Mêjî" bûn.
Dema mirov diçe nav avahiyê, dîmenên banê rûxayî, amûrên şikestî û erdê tijî toz dibîne.
Ji bo kesekî çavên sax jî hat û çûna di nav wê wêraniyê de karekî zehmet e, nexasim ji bo xwendekarên nabîna.
Ew xwendekarên ku berê ji ber şarezayiya xwe ya cihê bêyî alîkariya kesekî hat û çûn dikirin, niha li quncikekî holê rawestiyane û nikarin gavan biavêjin.
Camên banî û kel û pelên şikestî bûne rêgir li pêşiya wan û niha divê "rêberek" bibe gopalê destê wan.
Rehend, yek ji wan xwendekarên nabîna ye.
Bi cilên Kurdan ên rêk û pêk li benda tîma Rûdawê bû.
Wî bi dilekî tijî û bi girî got, “Ez tiştekî naxwazim, tenê dibistana min çêbikin, ez naxwazim ji vir biçim."
Alya jî xwendekareke din e û hemû Qurana Pîroz ji ber kiriye.
Wê behsa pirsgirêka xwendina online kir:
"Xwendina online ji bo me ne bikêr e çimkî em tenê bi bihîstinê fêr nabin. Divê em kel û pelên taybet bi kar bînin ku niha hemû şikestine."
30 heta 40 hezar dolarî zerer
Mamoste Bêstûn ku alîkarê birêvebir û mamosteyê olî ye, bi xwe jî nabîna ye.
Ew ji bo wan amûrên giranbiha yên ku bi xêrxwaziyê hatine kirîn û niha wêran bûne gelekî xemgîn e.
Wî got, "Ji xeynî zerera avahiyê, tenê bi qasî 30 heta 40 hezar dolaran zerer gihiştiye kel û pelên me."
Ew dixwaze ku wêneyê çaper û amûrên şikestî bê kişandin da ku xêrxwaz bibînin bê keda çend salan çawa çûye.
Dê û bav jî bêhêvî ne.
Çinara dayîka yek ji xwendekaran jî got:
"Zarokê min her sibe zû radibe, cilên xwe li xwe dike û li benda taksiyê disekine da ku wî bibe dibistanê lê ew nizane ku dibistana wî rûxaye."
Dîwarên Peymangeha Awatê li ber xwe nedan
Li kêleka Peymangeha Rûnakiyê, Peymangeha Awatê heye ku ji bo zarokên bi sendroma Downê û felca mêjî ye.
Ji ber ku dîwarên wê peymangehê ji panelan bûn, parçeyên dronê bi hêsanî ew birîne û beşekî dîwar û banê wê rûxandiye.
Zarokên bi sendroma Downê yên ku her tim bişirîn li ser lêvên wan e, niha ji cihê xwe yê perwerdeyê qut bûne.
Çareserî çi ye?
Birêvebirê Giştî yê Çavdêrî û Bipêşketina Civakî ya Silêmaniyê Jîlwan Adil ji Rûdawê re got:
"70 xwendekar û zarok di wan her du peymangehan de bê cih mane.
Ji bo nûjenkirina bilez a avahiyan, pêwîstiya me bi 78 milyon dînaran heye."
Wî birêvebirê giştî qala çareseriyekê jî kir û got:
"Ji sala 2015an ve avahiyeke nû li Bekrecoyê ji bo me hatiye çêkirin lê ji ber krîza darayî nehatiye temamkirin.
Eger 549 milyon dînar bên peydakirin û ew avahî were temamkirin dê pirsgirêka van zarokan bi temamî çareser bibe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse