Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku 3 hezar û 689 jenerator ji kar hatine derxistin.
Li gorî Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê vê yekê bandoreke erênî li kalîteya hewayê kiriye.
Desteyê her wiha da zanîn ku rêjeya qadên kesk ji sedî 15an derketiye ji sedî 20î.
Di daxuyaniya îro ya Desteya Jîngehê de hat ragihandin ku di çarçoveya “Projeya Rûnakiyê” de ji nîvî zêdetirê nêzîkî 7 hezar jeneratorên li herêmê ji kar hatine derxistin.
Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de diyar kir ku bi derxistina jeneratoran a ji kar re, rojane di rêjeya gaza karbonê ya ku belavî atmosferê dibe de kêmbûn çêbûye.
Berdevkê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Senan Ebdullah ji Rûdawê re axivî û got ku projeyên hikûmetê bandorên erênî li jîngehê dikin û got:
“Bi giştî ji aliyê kalîteya hewayê û tenduristiya xelkê ve rewş ber bi başbûnê ve diçe.
Lê ji bo ku em behsa jîngeheke bi temamî bêrîsk bikin pêwîstî bi xebatên zanistî yên berfirehtir heye.”
Veguherîna di hilberîna enerjiyê û çavkaniyên dikarin bên nûkirin de
Li gorî amaran, beşeke mezin a elektrîka Herêma Kurdistanê ji santralên gaza xwezayî û hîdroelektrîkê tê peydakirin.
Her wiha hat diyarkirin ku gaza zêde ya li zeviyên petrolê jî ji bo hilberîna enerjiyê tê bikaranîn.
Hat eşkerekirin ku li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê santralên enerjiya rojê dest bi kar kiriye.
Her wiha li Hewlêrê ji bo şopandina kalîteya hewayê dê stasyonên nû yên pîvanê werin avakirin.
Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li dijî şewatên daristanan "xetên ewlehiyê yên agir" hatine çêkirin.
Li seranserî Herêma Kurdistanê bi milyonan metreyan xetên parastinê hatine çêkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku gelek mayîn û teqemeniyên ji şeran mane hatine pûçkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi tesîsên vezîvirandina asfalt, plastîk û kaxezan, bermahî ji nû ve li aboriyê tên zêdekirin.
Hat diyarkirin ku rojane bi hezaran ton kereste tên vezîvirandin.
Qada kesk û projeya "Kembera Kesk"
Hat destnîşankirin ku bi projeyên hikûmetê rêjeya qadên kesk gihîştiye ji sedî 20î.
Hat bibîrxistin ku divê herî kêm ji sedî 25ê veberhênanên nû qadên kesk li xwe bigirin.
Hat diyarkirin ku bi “Projeya Kembera Kesk” a li derdora Hewlêrê tê plankirin ku derdora bajêr bi xeteke kesk were dorpêçkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî metirsiya hişkesalî û nemana ava binerdî gavên radîkal diavêje.
Piştî 9 bendavên ku di dema Kabîneya 9an de hatin temamkirin, îsal ji bo çêkirina 18 bendavên nû biryar hat dayîn.
Di çarçoveya siyaseta parastina ava binerdî de, tenê li Hewlêrê 1100 bîrên avê hatin girtin û pêdiviya avê ber bi çavkaniyên sererdî û bendavan ve hat arastekirin.
Desteya Jîngehê ya ku dixwaze kalîteya hewayê kêlî bi kêlî bişopîne, li Hewlêrê li dijî belavbûna gazên zererdar û radyasyonê çar stasyonên nû yên pîvanê yên bi sîstema hişyariya pêşwext ava dike.
Ev sîstem xwedî wê şiyanê ye ku di egera qirêjiyê de di nav çend çirkeyan de xelkê û rayedaran agahdar bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse