Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ragihand, “Em bi ti awayî ne li gel wê yekê ne ku bi rêya berdewamiya bazarên gumanbar ên Otêla Reşîd bi îradeya dengderên Kerkûkê û çarenivîsa Kerkûkiyan were lîstin.”
Serok Mesûd Barzanî îro li gel Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê Hewlêrê Maxim Rubin re civiya.
Serok Barzanî piştî civîna li gel Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê Hewlêrê Maxim Rubin daxuyaniyek da.
Pêwendiyên Hewlêr û Moskowê
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Konsulê Giştî yê Rûsyayê Maxim Rubin di hevdîtinê de tekezî li ser pêwendiyên kûr, stratejîk û demdirêj ên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de kir.
Maxim Rubin pesnê helwesta hevseng a Herêma Kurdistanê û parastina aramiyê da.
Maxim Rubin her wiha ragihand ku Rûsya girîngiyeke mezin dide pêgeh û bandora Serok Barzanî û hêvî kir ku pêwendiyên Rûsya û Herêma Kurdistanê zêdetir bi pêş bikevin.
Konsulê Rûsyayê nêrîna welatê xwe ya li ser guherîn û rûdanên herêmê anî zimên.
Rubin da zanîn ku Rûsya dixwaze nêrîna Serok Barzanî ya derbarê rûdan û pêşhatên herêmê de bizanibe.
“Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji şer”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serok Barzanî jî tekezî li ser kûrkirina pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de kir.
Serok Barzanî bal kişand ser bipêşkegtin û guherînên dawî yên herêmê û got:
“Herêma Kurdistanê ti carî ne li gel şer û aloziyan e.
Em di wê baweriyê de ne ku ti pirsgirêk bi şer û pevçûnên leşkerî çareser nabe.
Divê pirsgirêk bi rêya dîplomasî û dan û standinan bên çareserkirin.
Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji wan şer û pevçûnên ku li herêmê hene û dê nebe beşek ji wan jî.
Her wiha me piştgirî nedaye ti tevgerên leşkerî û şerên li herêmê.
Lê mixabin tevî vê helwesta me ya zelal û eşkere jî zilmleke mezin li Herêma Kurdistanê hat kirin.
Ji ber êrişên berfireh ên mûşekî û dronan hejmarek welatiyên Herêma Kurdistanê şehîd û birîndar bûn.”
Rewşa Kerkûkê û helwesta PDKyê
Serok Barzanî derbarê Kerkûkê jî diyar kir:
"Em di wê baweriyê de ne ku divê Kerkûk bibe bajarekî ku mînaka bihevrejiyan û biratiya pêkhateyan be.
PDK her tim li gel mafên hemû pêkhateyan bûye.
Gelek caran ji bo pêkhate û xelkên din dev ji mafên xwe berdaye û destkeftiyên xwe kirine qurbanî."
Serok Barzanî ducare kir û got, "Em bi ti awayî ne li gel wê yekê ne ku bi rêya berdewamiya bazarên gumanbar ên Otêla Reşîd bi îradeya dengderên Kerkûkê û çarenivîsa Kerkûkiyan were lîstin.”
Li Otêla Reşîd çi qewimîbû?
10ê Çiriya Pêşîn a 2024an, bêyî beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Eniya Tirkmenan û beşeke Erebên Meclisa Parêzgeha Kerkûkê, li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Otêla Reşîd a Bexdayê de civiya bûn.
Di wê civînê de parêzgar û serokê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê hatibûn hilbijartin.
Tê çaverêkirin ku di van rojan de YNK posta parêzgariya Kerkûkê bide Eniya Tirkmenan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse