Bi mûşekan êrişî kampên li Silêmaniyê hat kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Êrişên Bi Mûşekan Silêmanî Komele Partiyên Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi mûşekan êrişî kampên Zirgwêz û Zirgwêzeleyê yên li parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

Berpirsekî Komeleyê jî diyar kir ku di êrişan de ti ziyanên canî çênebûne.

Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komele) yê Hewlêrê Elî Rencberî li ser êrişê ji Rûdawê re axivî.

Elî Rencberî got, "Îro piştî nîvro bi mûşekekê êrişî kampên Zirgwêz û Zirgwêzelleyê yên li Silêmaniyê hat kirin."

Li gorî agahiyên ku Elî Rencberî dane, di êrişê de ti ziyanên canî çênebûne û mûşek li goristaneke nêzîkî kampan ketiye.

Êrişên rojên borî

Doh êvarî jî bi dronekê êrişî Kampa Dêgeleyê ya li parêzgeha Hewlêrê hat kirin û di encamê de zererên madî çêbûn.

14ê Nîsanê jî bi du dronan êrişî Kampa Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

Di wê êrişê de Pêşmergeyeke Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya bi navê Xezal Mewlan şehîd ketibû û du Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Amarên êrişan a piştî agirbestê

Tora Medyayî ya Rûdawê êrişên li dijî Herêma Kurdistanê û amara qurbaniyan ji nêz ve dişopîne.

Li gorî van amaran, ji destpêka agirbesta 8ê Nîsanê ve Herêma Kurdistanê bi 16 dron û mûşekan hatiye hedefgirtin.

Piraniya êrişan partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê û kampên malbatên wan kirin armanc.

Ji 28ê Sibatê ve Herêma Kurdistanê bi 720 dron û mûşekan hatiye armancgirtin.

Di encama van êrişan de 18 kesan canê xwe ji dest da û 94 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst