Li Kerkûkê guherînên nû: Tirkmenek dê bibe parêzgar?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Parêzgar Rêbwar Taha Kurd Tirkmen Mihemed Saman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku Serokê Eniya Tirkmenan Mihemed Seman ji bo postê parêzgarê Kerkûkê namzed e.

Her wiha Parêzgarê Kerkûkê yê niha Rêbwar Teha jî dê nameya xwe ya devjêberdanê pêşkêşî Meclisa Parêzgeha Kerkûkê bike.

"Pêşniyara ji bo Rêbwar Teha"

Nûçegihanê Rûdawê yê li Kerkûkê Herdî Mihemed ragihand ku ji Rêbwar Teha re hatiye pêşniyarkirin ku bibe alîkarê parêzgarê Kerkûkê.

Lê hîn ne diyar e ka ew dê bi vê postê razî bibe an na.

Sê post ji bo Kurdan

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê Rûdawê dane, 3 postên girîng ji bo Kurdan tên destnîşankirin.

Avêsta Şêx Mihemed ji bo postê qeymeqamiya navenda Kerkûkê namzed e.

Ednan Husên ji bo postê qeymeqamiya Daqûqê û Neşet Şehwêz jî ji bo Fermandariya Polîsên Kerkûkê dibin namzed.

Her sê kesên navborî Kurd in û ji YNKyê ne.

Helbûsî dê beşdarî civînê bibe

Tê çaverêkirin ku Serokê Partiya Teqedumê Mihemed Helbûsî jî beşdarî civîna Meclisa Parêzgeha Kerkûkê bibe.

Civîna meclisê dê piştî gihiştina Helbûsî dest pê bike.

Agahî hatin piştrastkirin

Endamê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê yê ji pişka Eniya Tirkmenan Ehmed Remzî agahiyên Rûdawê piştrast kirin.

Ehmed Remzî li ser mijarê got, "Peymaneke bi vî rengî heye ku Rêbwar Teha bibe alîkarê parêzgar."

Hilbijartinên li Bexdayê

Parêzgar û Serokê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê 10ê Çiriya Pêşîn a 2024an hatibûn hilbijartin.

Ev hilbijartin di civînekê de li Otêla Reşîdê ya Bexdayê hatibû kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Eniya Tirkmenan û beşeke Erebên Meclisa Parêzgeha Kerkûkê beşdarî wê civînê nebûbûn.

Dabeşkirina kursiyan

Di Meclisa Parêzgeha Kerkûkê de bi giştî 16 kursî hene.

YNK xwediyê 5 kursiyan e û PDKyê jî 2 kursî bi dest xistine.

Kursiya Xiristiyanan jî wekî nêzîkî Kurdan û piştgirê wan tê dîtin.

Di meclisê de Ereb xwediyê 6 kursiyan in û Tirkmen jî xwediyê 2 kursiyan in.

Ji bo ku civîna meclisê pêk were nîvî zêdetirî endaman, ango 9 endam pêwîst in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst