Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê û hejmarek rewşenbîr û çalakvanan, derbarê şehîdketina Pêşmerge Xezal Mewlanê de dilgiraniya xwe ya kûr ragihand.
Wan nexweşxane bi "xemsariyê" tometbar kirin.
Xezal Mewlan, keçeke 18 salî ya ji Rojhilatê Kurdistanê bû.
Xezal Mewlan 14ê Nîsanê, di encama êrişeke dronî ya Îranê de ya li ser kampeke li navçeya Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê bi giranî birîndar bû.
Piştî ku ew veguhastin Silêmaniyê, ji ber ku li çend nexweşxaneyan nehat wergirtin, şehîd ket.
"Nexweşxaneyan ew qebûl nekir"
Desteya Mafên Mirovan dibêje, Xezal di destpêkê de birine nexweşxaneyeke fermî lê bi hinceta nebûna pêwîstiyan ew şandine nexweşxaneyeke taybet.
Li wir jî nexweşxaneyên taybet bi hinceta ku "ji bo dermankirina birîndarên bûyeran destûra wan a polîsan nîne", wergirtina wê red kirine.
Desteyê diyar kir, "Dermankirina nexweş mafê herî bingehîn ê mirovan e û nabe bi ti hincetê were paşguhxistin."
Her wiha amaje bi wê yekê hatiye kirin ku piştî mirina wê, rê li ber wê hatiye girtin ku li mizgeftê merasîma şûştin û kefenkirina wê bê kirin.
Ev yek wekî tiştekî "li dijî pîvanên civakî û olî" hatiye binavkirin, ji ber ku mizgeft mala Xwedê ye û nabe rê li ber kesî bê girtin.
"Nexweşxaneya Bexşîn û Asyayê berpirsiyar in"
Li aliyê din, hejmarek rewşenbîr, hunermend û çalakvanên sivîl di daxuyaniyeke hevbeş de, nexweşxaneyên Bexşîn û Asyayê wekî berpirsiyarên sereke yên mirina Xezalê dibînin.
Wan çalakvanan got, "Redkirina dermankirinê ji exlaqê pizîşkiyê dûrketin û şikandina sonda yasayî ye."
Wan çalakvanan her wiha hinceta Nexweşxaneya Bexşînê red kir ku xwe spartiye rêwerzeke Wezareta Tenduristiyê ya sala 2022yan û got:
"Ew rêwerz ji bo dozên tawanê ye, ne ji bo birîndarên şer e."
Banga avakirina komîteyê
Her du alî dixwazin ku komîteyeke bilind ji Dozgeriya Giştî, Wezareta Tenduristiyê û aliyên ewlehiyê bi çavdêriya Desteya Mafên Mirovan were avakirin.
Armanc ji vê komîteyê ew e ku li ser bûyerê lêkolînê bike, aliyên xemsar ceza bike û encaman ji raya giştî re eşkere bike.
Çalakvan amaje bi wê jî dikin ku niha ji ber gefên ewlehiyê nikarin xwenîşandanên girseyî organîze bikin lê ew dê di parastina mafê wê keçika "şehîd" de berdewam bin.
Çalakvanan her wiha got, "Êrişkirina ser Herêma Kurdistanê bi çi hincetê be, karekî nerewa ye û dûrî hemû exlaqê mirovî ye."
Wan xwest ku li hemberî van neheqiyan yekdengiya Kurdan were parastin.
Xezal Mewlan Çeperabad, Pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê bû.
Di êrişa bi dronê de ku partiya wê dibêje ji aliyê "Komara Îslamî ya Îranê ve bûye" roja 14ê Nîsana 2026an, li parêzgeha Silêmaniyê, li gel du hevsengerên xwe yên din birîndar bûbû.
Piştî ku Xezal û hevsengerên wê gihandin nexweşxaneyan, piştî çend saetan ji ber giraniya birîna xwe Xezal şehîd ketibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse