Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê amarên êrişên dronî yên îro belav kirin.
Dezgeha Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li çend herêmên cuda 5 êriş hatine kirin lê ti zererên canî çênebûne.
Rêzeêrişan destê sibehê dest pê kir û êrişa ewil saet 00:10an bi dronekê li gundê Zirgiwêzeleyê hate kirin.
Paşê saet 13:55an gundê Zirgiwêzê bi droneke din hate armancgirtin.
Di navbera saetên 21:15 û 21:23yan de jî bi 3 dronan êrişî kampeke li bajarê Koyeyê hate kirin.
Dezgeha Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku di encama van êrişan de ti zererên canî nehatine tomarkirin.
Herêmên Zirgiwêz û Zirgiwêzele yên li Silêmaniyê û Kampa Azadiyê ya li Koyeyê, cihê rûniştina endam û malbatên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Di nav çend hefteyên borî de li gel şer û aloziyên herêmê, ew cih gelek caran rastî êrişên dronî û mûşekî hatine.
Her çi qas niha di navbera Amerîka, Îsraîlê û Îranê de agirbest hebe jî êrişên li axa Herêma Kurdistanê didomin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse