Li Amedê zilamekî hevjîna xwe ya berê û keça xwe kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeja Amedê ya Bakurê Kurdistanê zilamekî hevjîna xwe ya berê û keça xwe kuştin.

Bûyer şeva borî li navçeya Rezanê ya Amedê qewimî.

Zilamekî li pêş Sîteya Serhatê bi demançeyê gule berdan hevjîna xwe ya berê Kamile Ateş û keça xwe Hafize Ateşê.

Di êrişê de Kamile Ateş û keça wê Hafize Ateşê canê xwe ji dest da.

Heta niha sedema vê êrişa çekdarî nehatiye zanîn.

Kujer hat desteserkirin

Li ser agahdarkirina derdorê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Polîsan piştî bûyerê kujer yekser desteser kir.

Hêzên ewlehiyê kujer ji bo kar û barên lêpirsînê veguhast Birêvebiriya Ewlehiyê ya Amedê.

Her wiha hat zanîn ku wî zilamî û Kamile Ateşê beriya 7 salan dev ji hev berdaye û ji hev cuda dijiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst