Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Ewlekariya Giştî ya Tirkiyeyê ragihand ku di lêpirsîna êrişa li ser dibistaneke li navçeya Siwêregê ya Rihayê de 16 kes hatine desteserkirin.
Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Nîsanê ciwanekî bi tivingê êrişî Dibistana Pîşeyî û Teknîkî ya Ahmet Koyuncu kir.
Di encamê de 10 xwendekar, 4 mamoste, polîsek û karkerekî marketa dibistanê birîndar bûn. Xwendekarê êrişkar bi heman tivingê dawî li jiyana xwe anî.
Piştî bûyerê ji aliyê dozgeriyê ve lêpirsîn hat vekirin û 2 berpirsên saziya perwerdehiyê û 2 berpirsên hêzên ewlehiyê ji kar hatin dûrxistin.
Birêvebiriya Ewlekariya Giştî ya Tirkiyeyê vê sibehê ragihand ku di lêpirsîna êrişa li ser dibistanê de 16 kes hatine desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse