Nêçîrvan Barzanî: Kîmyabarana Balîsanê destpêka tawanên dirinde bû

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Kîmyabaran Balîsan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Kîmyabarana Balîsanê destpêka tawanên dirinde bû.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi helkefta salvegera kîmyabarana Balîsan, Şêx Wasanan û Dola Xoşnawetiyê peyamek belav kir.

"Destpêka tawanên dirinde bû"

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, "Gelê Kurdistanê bi xweragirî ma û tawankar neman."

Ew tawana mezin a ku rejîma berê ya Îraqê sala 1987an encam da, destpêk û destpêkirina zincîreyeke tawanên dirinde yên kîmyabarankirina xelkê sivîl û ax û xwezaya ciwan a Kurdistanê bû."

"Em bejna xwe ditewînin"

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bal kişand ser qurbaniyên wê karesatê û got:

"Em di vê bîranîna biêş de bejna xwe li ber giyanê pak ê şehîdên nemir ditewînin.

Em silavan ji bo mirovên wan ên serbilind û ji bo qurbanî û birîndarên wê karesatê dişînin."

"Tawankar neman"

Nêçîrvan Barzanî derbarê navçeyê û "xweragiriya" Kurdan jî wiha axivî:

"Balîsan, Şêx Wasanan û tevahiya Dola Xoşnawetiyê, her tim navenda nîştimanperwerî û piştgiriya şoreş û pêşmergeyan bûn.

Ji ber vê yekê bûn armanca wê êrişa reş lê gelê Kurdistanê bi xweragirî ma û tawankar neman."

Serokê Herêma Kurdistanê silavan ji bo "giyanê pak ê şehîdên Xoşnawetiyê û hemû şehîdên Kurdistanê" dişîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst