Hewlêr (Rûdaw) -Serok Mesûd Barzanî di salvegera kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê de got, "Em bîranîn û êşa vê tawanê û hemû wan tawanên ku li ser gelê Kurdistanê hatine kirin ji bîr nakin."
Serok Mesûd Barzanî di salvegera kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê de got:
"Ew tawan bû sedema şehîdketin û birîndarbûna hejmareke zêde ya welatiyên bêsûc ên herêmê.
Ev tawan destpêka pêvjoya kîmyabarankirina welatiyên sivîl û berdewamiya siyaseta tunekirina gelê me bû."
Serok Barzanî di berdewaniyê jî de got, "Rejîm tenê bi wê tawanê nesekinî û bi dehan birîndarên wê karesatê jî piştî girtinê bi şêweyekî hovane bi awayê zindî çal kirin."
Serok Mesûd Barzanî her wiha amaje bi wê yekê jî kir û got: "Em bîranîn û êşa vê tawanê û hemû wan karesatên ku li ser gelê Kurdistanê hatine kirin tu carî piştguh nakin."
Peyama Serok Mesûd Barzanî wisa ye:
Di 16ê Nîsana 1987an de rejîma berê ya Îraqê tawaneke din li dijî gelê Kurd encam da ku ew jî kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê bû.
Ew tawan bû sedema şehîdketin û birîndarbûna hejmareke zêde ya welatiyên bêsûc ên herêmê.
Ev tawan destpêka pêvajoya kîmyabarankirina welatiyên sivîl û berdewamiya siyaseta tunekirina gelê me bû.
Rejîm tenê bi wê tawanê nesekinî û bi dehan birîndarên wê karesatê jî piştî girtinê bi şêweyekî hovane bi awayekî zindî hatin çalkirin.
Di salvegera 39an a vê tawana nemirovî de, em silavan li giyanê pak ê şehîdên wê karesatê dikin û em hevparê xemên malbat û xizmên wan in.
Em bîranîn û êşa vê tawanê û hemû wan karesatên ku li ser gelê Kurdistanê hatine kirin tu carî ji bîr nakin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse