RIHA - Di xwepêşandana li dijî DEDAŞê de dest danîn ser traktorên cotkaran

16-07-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Wêranşar DEDAŞ Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwepêşandana cotkarên navçeya Wanşarê ya ser bi parezgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve ji ber birîna elektirîkê li dijî DEDAŞê berdewam dikin. Di xwepêşandanê de cendiremeyan dest danîn ser traktorên cotkaran.

Li navçeya Wêranşarê ev 11-12 roj in Kompanya Dabeşkirina Elektirîkê ya Dîcle (DEDAŞ) bi hinceta deynên çend çotkaran elektirîka çendîn gundî biriye. Li dijî vê birîna elektirîkê roja 15ê Temûzê 2023an cotkaran di demjimêrên sibê de rêya di navbera Swêregê û Wêranşarê li çûn û hatinê girtin û li dijî DEDAŞê xwepêşandan kirin.

Heman rojê cotkaran rêya di navbera Riha û Mêrdînê de jî li hatin û çûnê girtin û li dijî birîna elektirîkê nerazîbûnên xwe anîn ziman. Li vir cendirmeyan destêwerdan di çalakiya cotkaran de kir, bi jopan li cotkaran xistin û zêdeyî 20 cotkarî desteserkirin. Di dema destêwerdanê de otomobîlên kar û traktorên cotkaran jî ziyan dîtin. Her cendirmeyan detsdanîn ser gelek traktorên cotkaran.

Derbarê van çalakiyan û desteserkirina de Parlementerê Rihayê yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Mahmut Tanal li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir û ragihand; “Cendirmeyan bi awayek bê pîvan, bê sînor û tûndûtîjane mudaxeleyî çalakiya cotkaran kirin û ew kesên ku dîmen û wêneyên vê çalakiyê dikişandin binçav kirin. Kiryarên ne yasayî nekin, ger welatî dîmenan û wêneyan nekişînin dê van kiryarên bê pîvan û bêsînorane çawa piştrast bikin?”

Tanal her wiha di wê parvekirina xwe de dibêje; "Hûn nikarin dest deynin ser traktorên cotkaran. Bi traktorê çi tawan hatiye kirin? Bi traktorê esrar û eroîn hatiye cîbicîkirin? Li gor yasaya cezayan ger tawanek bi wî eşyayî hatibe kirin hûn dikarin dest deynin ser wî eşyayî. Ev kiryar li dijî xala 54mîn a qanûna Tirkiyê ye. Eva li vir hatî kirin li dijî Destûra Binghîn a Tirkiyê ye. Ew welatiyên ku di xwepêşandanên li dijî birîna elektirîkê de hatîn desteserkirin divê di zûtirîn dem de werin berdan û traktorên cotkaran jî bo wan bên vegerandin.”

Li Rihayê pileyên germê 40 pileyî derbas kirine, li naçeya Wêranşarê pirgirêka birîna elektirîkê ya bidehan gundî heye, li hinekan gundan ev 11-12 rojin li hineka 6-7 rojin û li hinekan jî 12 demjimêr e li ser hev elektirîk hatiye birîn.

Li hinek gundan ji ber birîna elektirîkê ava vexwarinê nîne û av tuneye ku bidin ajelan. Zeviyên çandiniyê bi temaî hişk bûne.

Baroya Rihayê jî derbarê birîna elektirîkê, xwepêşandan û desteserkirina de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Baroya Rihayê balkişand ser wê yekê ku mafê gihandina xizmeta elektrîkê ji aliyê qanûnên neteweyî û navneteweyî ve tê parastin û weke parçeyek ji mafê jiyanê tê qebûlkirin.

Baroya Rihayê ragihand “Çareserkirina pirsgirêkên elektirîkê li navçeyê ji wijdana polîtîkayên kar re hatine hiştin. Kompanya li şûna weberhênanê bo çareserkirina pirsgirêkên di xetên dabeşkirina elekrîka navçeyê de bike, bi hinceta elektirîka qaçax tê bikaranîn bi awayek bi pilan bê navber elektirîkê li ser xelkê dibire."

Baroya Rihayê di wê daxwiyaniya xwe de bang li Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê “EPDK” kir û got: "Em bang li EPDKê dikin ku divê bûyerê de erkê xwe cîbicî bike, van karên ne di rê de yên DEDAŞê bişopîne û ceza bike. Em daxwaz dikin li dijî DEDAŞê lêpirsînek xelkê îqna bike, eşkere, dadmendane û bê alî bê encamdan û encama wê jî bi raya giştî re bê parvekirin û di zûtirîn dem de dawî li van kiryarên DEDAŞê û birîna elektirîkê bê anîn."

Ev di demekê de ye roja 9ê Temuzê 2023an nêzîka 300 cotkarî rêya Hevrîşimê li ser çûn û hatinê girtibûn û ji ber birîna elektirîkê li dijî DEDAŞê xwepêşandan kirbûn.

Hingê jî cendirme û polîsan destwerdan di çalakiya cotkaran de kiribûn û bi gaza rondikrêj mudaxeleyî çalakvanan kiribûn û 20 kes desteser kiribûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane / Wêne: Rûdaw

HEWLÊR- 2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane

2 malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên niçtecihê Bexdayê ne dema tên Hewlêrê li Rêbenda Şêrawayê hatine sekinandin û 3 roj in li ser cadeyan e