Firokeyên şer ên Tirkiyê 2 roj in Biradostê bombebaran dikin

16-07-2023
RÛDAW
Nîşan Biradost Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên şer ên Tirkiyê 2 roj in herêma Biradostê bombebaran dike. Duh danê êvarê çiyayên Şekîw û Bîrkme û îro jî çiyayên Kunekotr û Bin Qelatê hatin bombebarankirin.

Qaymeqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand, di encama bombebaranê de zarokekî bi navê Ramîn Firset Hemedemîn ku mala wan nêzîkî herêmê ye û li wê deverê ajeldariyê dike bi sivikî birîndar bû.

Qaymeqamê Sîdekanê da zanîn ku firokeyên çavdêriyê bi berdewamî li ser sînor difirin û car caran bilindahiyên Sîdekanê bbombebaran dikin.

Herêmên ku îro û duh hatine bombebarankirin nêzî dehan malên welatiyên ku di vê demsalê de ji bo ajeldariyê û çandiniyê li herêmên sînor dijîn in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst