ŞÊXAN - Bi dronê êrişî Parzûngeha Petrolê ya Baedreyê hat kirin

16-07-2025
RÛDAW
Nîşan Parzûngeha Petrolê ya Baedreyê Dihok Dron Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi droneke bombebarkirî êrişî Parzûngeha Petrolê ya Baedreyê ya li navçeya Şêxanê ya parêzgeha Dihokê hat kirin.

Dijeterora Kurdistanê ragihand ku careke din bi droneke bombebarkirî êrişî Parzûngeha Petrolê ya Baedreyê ya li Şêxanê hat kirin ku kompanyayeke Amerîkî dixebitîne.

Çavkaniyekî ji Qaymeqamiya Şêxanê jî da zanîn ku di êrişê de ti ziyanên canî çênebûne lê zerereke mezin a madî heye.

Dijeterora Kurdistanê li ser êrişa dronî daxuyaniyek belav kir û da zanîn:

“Saet 19:10an careke din bi rêya droneke bombebarkirî êrişî li ser parzûngeha petrolê ya Hand Oilê ya Amerîkî ya li Baedreyê ya navçeya Şêxanê ya parêzgeha Dihokê hat kirin.

Ziyanên madî û canî çênebûne.”

Her wiha çavkaniyê ji Qaymeqamiya Şêxanê got:

“Îro cara duyem e ku parzûngeha kompanyaya Hand Oilê tê bombebarankirin.

Danê sibehê saet 07:14an û êvarê jî saet 19:10an careke din hat bombebarankirin.”

Li gorî heman çavkaniyê, ti ziyanên canî çênebûne lê zerereke mezin a madî heye.

Hat diyarkirin ku piştî êrişê agir bi parzûngehê ketiye û tîm hewl didin agir bitemirînin.

Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê di nava vê mehê de 16 êrişên bi dronan li Başûrê Kurdistanê hatine kirin û 6 ji wan êrişan li parzûngehên petrolê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst