Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, minîbus û otobusek li hev qelibîn û di encamê de 8 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, îro li taxa Mustafapaşayê ya Xarpêtê minîbusa ku S.Y. diajot ji paş ve li otobusa Şaredariya Xarpêtê ya ku şofêrê wê G.E. bû da.
Di encama qezayê de 8 kesên di minîbusê de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Xarpêtê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse