Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Efrînê ya ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve ragihand ku hemû hêz û saziyên Tirkiyeyê ji bajarê Efrînê û navçeyên wê vekişiyane.
Ragihanda Birêvebiriya Efrînê ji Rûdawê re da zanîn ku hêzên wekî îstixbarat, walîtî, hêzên taybet, cendirme, rûbirûbûna terorê û polîs bi temamî ji bajêr û navçeyan vekişiyane.
Her wiha hat destnîşankirin ku dibistanên wekî Azhar Efrîn û Fêsel Qedûr jî hatine valakirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku baregehên Tirkiyeyê yên li Efrînê bi temamî hatine valakirin û dê radestî xwediyên xwe yên resen bên kirin.
Hat diyarkirin ku dibistana taybet a Azhar Efrînê dê radestî xwediyê wê Adnan Rehîm bê kirin.
Li ser baregehên leşkerî yên li derveyî bajaran jî hat eşkerekirin ku tenê 3-4 baregeh li 4 gundan mane.
Ew baregeh jî dê di çarçoveya "plana dubare belavkirinê" de ku li ser bingeha rêkeftina di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de li ser parastinê hatiye amadekirin werin valakirin.
#VÎDEO - Tirkiye baregehên xwe yên li Efrînê vala dike
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 16, 2025
🔸 Birêvebiriya Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku baregehên Tirkiyeyê yên li bajarê Efrînê bi temamî hatine valakirin
🔸 Hat diyarkirin ku dê mal û milkên xelkê li wan werin vegerandin
Nalîn Hesen radigihîne#Rojava #Efrîn pic.twitter.com/K1z0JdOUDE
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse