ROJAVA - 2 jinên Kurd hatin revandin, telefon dikin û pereyan dixwazin

16-09-2025
RÛDAW
Nurman Celal / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Nurman Celal / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Nîşan Nurman Celal Fatime Salih Mistefa Adil Revandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka vê hefteyê ve du keçên Kurd ên bi navê Fatime Salih û Nurman Celal li ser rêya di navbera Kobanî û Helebê de hatin revandin.

Zavayê malbata yekê ji wan jinan dibêje ku kesên ku ew revandine li hemberî berdana keça wan ji malbatê pere xwestine.

Mistefa Adilê zavayê malbata Nurmanê, ji Rûdawê re behsa hûrgiliyên bûyerê kir û da zanîn ku roja şemiyê Nurman û hevala wê bi otomobîla xwe ya taybet ji bo kirîna hinek pêdiviyan ji Kobaniyê ber bi Helebê ve çûne.

Li gorî gotina Mistefa Adil, Nurman û Fatime beriya ku bigihîjin Helebê li xaleke kontrolê ya hikûmeta Şamê hatine revandin.

“Pereyan dixwazin”

Mistefa Adil diyar kir ku kesên Nurman revandiye bi malbata wê re axivîne, ew kes Ereb in û gotine Nurman li cem wan e û ew pereyan dixwazin.

Li gorî gotina wî, Nurman bi malbata xwe re axiviye û dengê wê gelekî xirab bû û rewşa wê ne baş bû.

Wî her wiha eşkere kir ku derbarê revandina Nurmanê wan giliyê xwe gihandiye saziyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û got:

“Em nikarin biçin Helebê û giliyê xwe li cem Hikûmeta Sûriyeyê bikin ji ber ku her kesê ji Kobaniyê diçe Helebê tê girtin.”

Pasaporta wê ya Almanyayê heye

Mistefa Adil da zanîn ku pasaporta Nurmanê ya Almanyayê heye, ev 4 meh bûn li Rojavayê Kurdistanê dima û ev cara yekem bû ku ber bi Helebê ve diçû.

Wî got ku malbata Nurmanê Hikûmeta Almanyayê jî ji revandina keça xwe agahdar kiriye.

Mistefa Adil bi rêya Rûdawê bangî Hikûmeta Sûriyeyê kir ku sînorekî ji kiryarên revandina xort û keçan re deyne û hêvî kir ku Nurman bi silametî vegere nav malbata xwe.

Li aliyê din, Rûdawê derbarê revandina her du jinan pêwendî bi Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê re danî û wezaretê ji Rûdawê re ragihand ku wan dest bi lêkolînê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst