Hewlêr (Rûdaw) - Şêx Hesen Ferhanê Serokê Meclisa Eşîra Teyan bal kişand ser girîngiya peyama ku Abdullah Ocalan şandiye û got, "Ev peyam ji bo xurtkirina pêwendiyên dîrokî yên di navbera Kurd û Ereban de di dema xwe de hat.”
Abdullah Ocalan ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîr, Dêrezor, Reqa û Tebqayê re peyameke nivîskî şand.
Şêx Hesen Ferhanê Serokê Meclisa Eşîra Teyan beşdarî bultena Nûrojê bû û ev peyam ji Rûdawê re nirxand.
Şêx Hesen amaje pê kir ku pêwendiyê Kurd û Ereban hemû aliyên mirovî, ji xizmatî, cîrantî û hevparîya neteweyî li xwe digirin û diyar kir ku pêwendiya di navbera Kurd û Ereban de pêwendiya ax û welat e û ji hev nayê veqetandin.
"Doza Kurdan, Ereb û Mesîhiyan jî eleqedar dike"
Wî daxuyand ku Ocalan tevî ku Kurd e jî karîbû li herêmê di navbera ol û mezhebên cuda yên wekî Kurd, Ereb, Mesîhî, Misilman, Êzidî û Zerdeştiyan de hevgirtinê çêbike.
Her wiha destnîşan kir ku doza Kurdan doza hemû gelên herêmê ye û "doza Kurdan, Ereb û Mesîhiyan jî eleqedar dike."
Şêx Hesen bi bîr anî ku pêwendiyeke eşîrî ya şexsî ya bavê wî li gel Rêberê Kurd Mele Mistefa Barzanî hebû û ev jî kûrahiya pêwendiyên eşîrî yên ku eşîra Teyan bi serkirdeyên cuda yên herêmê ve girê didin nîşan dide.
“Peyama Ocalan bi rêzeke mezin hat pêşwazîkirin”
Şêx Hesen Ferhan got, peyama ku Ocalan şandibû "xurt û zelal" bû û Meclisa Eşîra Teyan hewl daye ku vê peyamê bi rêya Rêveberiya Xweser bigihîne û amaje pê kir ku ev peyam “bi rêzeke mezin” hatiye pêşwazîkirin.
Wî her wiha got ku peyam gihîştiye hemû eşîrên Ereb, di nav de eşîra Teyan jî ku di pêwendiyên eşîrî yên navbera Îraq û Sûriyeyê de xwedî cihekî bilind e.
Şêx Hesen amaje pê kir ku dema niha dema "aramî û diyalogê" ye û bal kişand ser girîngiya diyaloga di navbera hemû aliyên pêwendîdar de.
Her wiha amaje bi girîngiya pêwendiya "desthilata nû ya Şamê ya bi serokatiya Serokkomar Ehmed Şer û Rêveberiya Xweser a bi serokatiya General Mezlûm Ebdî" da.
Wî bal kişand ser wê yekê ku divê Peymana 10ê Adarê bibe alîkar ji bo xurtkirina nenavendîbûna li herêmê û ragihand ku "Sûriye ya hemûyan e" û divê çareseriyên siyasî Kurd, Ereb û Mesîhî jî di nav de hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê li xwe bigirin.
Şêx Hesen di dawiya axaftina xwe de, hewldanên hin aliyên tundrev ên ji bo belavkirina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de rexne kirin û mînaka Siwêdayê nîşan da.
#VÎDEO - Eşîrên Ereban nameya Abdullah #Ocalan çawa dinirxînin❓
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 16, 2025
🎙️ Şêx Hesen Ferhanê Serokê Meclisa Eşîra Teyan ji Rûdawê re got:
🗨️ Peyama Birêz Ocalan di dema xwe de hat
🗨️ Pêwendiyên Kurd û Ereban dîrokî ne pic.twitter.com/lPI2bvWXC0
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse