Kê peyama Ocalan çawa dît?

2 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Peyama Ocalan hat xwendin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Peyama Ocalan hat xwendin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Abdullah Ocalan Peyam
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di yekemîn salvegera "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" de peyameke nû belav kir û ragihand ku ew di pêvajoya aştiyê de derbasî qonaxeke nû dibin.

Peyama Ocalan bi merasîmekê li Enqereyê hat xwendin.

Ocalan di peyama xwe de behsa qonaxa duyem a pêvajoya çareseriyê kir û serdema nû wekî "Ji qonaxeke negatîf derbasbûna qonaxeke pozîtîf" bi nav kir.

Ocalan di peyama xwe de got, “Me bi îrade û pratîka yekalî bi awayekî bingehîn serdema serhildana neyînî derbas kir” û di metna peyamê de 6 caran peyva "pozîtîf" bi kar anî.

Hevserok û berpirs û parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê û nûnerên beşek ji rêxistinên civaka sivîl di merasîma xwendina peyama Ocalan de, amade bûn.

Peyama Ocalan bi Kurdî û Tirkî hat xwendin û di heman demê de bi Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Erebî jî hat belavkirin.

"Pêwîst e baş fikir li ser bê kirin"

Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Ozgur Erol li ser girîngiya peyamê axivî û got:

“Daxuyanî daxuyaniyeke girîng e û gelek hûrgiliyan jî li xwe digire. Pêwîst e baş fikir li ser bê kirin.

Bi dîtina min xala herî girîng ew e ku Ocalan dibêje êdî qonaxa negatîf li paş maye û êdî serdema avakirina pozîtîf dest pê kiriye.”

"Bingeha yasayî ya proseyê nehatiye avakirin"

Endama Komîsyona DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser rûdanên sala borî û kêmasiyên yasayî.

Gulîstan Kiliç Koçyîgît wiha got:

“Hûn dizanin piştî banga 27ê Sibata sala borî gelek rûdanên girîng çêbûn. PKKyê kongreya xwe kir, çek berdan û çek hatin şewitandin, hêzên xwe ji Tirkiyê vekişandin.

Li beramberî vê jî li parlamentoyê komîsyonek hat avakirin û raporek hat amadekirin.

Em dikarin bibêjin hinek pêngav hatine avêtin lê em dikarin bibêjin hîn jî jî bingeha yasayî ji bo van karên hatine kirin nîne.

Bingeha yasayî ya pêvajoyê nehatiye avakirin.”

Bangewaziya ji bo dewletê

Peyama Ocalan di heman demê de wekî bangewaziyekê ji bo hikûmetê tê dîtin ku gavên yasayî û hiqûqî biavêje.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad Sebahat Tuncelê jî li ser vê yekê got:

“Bangewaziyek li dewletê hatiye kirin, ji ber ku êdî berpirsiyarî ya dewletê ye.

Êdî karê girîng amadekirina yasayên entegrasyona demokratîk e. Pêwîst e dewlet proseyê bi pêş bixe.

Xala din a girîng jî aştiya di navbera Kurdan û Komarê de ye.”

Çavdêriya navneteweyî

Di dema xwendina peyama Ocalan de delegasyoneke parêzer û hiqûqnasan a 7 kesî ku ji Ewropayê hatibûn jî amade bûn.

Berdevkê vê delegasyonê Clemens Lahner diyar kir ku piştî peyamê hêviya aştiya Kurd û Tirkan zêdetir bûye û got:

“Pêvajoya aştiyê derfeteke dîrokî ye lê pêwîst e êdî gavên pratîk bên avêtin.

Wekî ku Birêz Ocalan jî di peyama xwe de amaje pê dike, pêvajoyê pêwendî bi reformên demokratîk re heye.

Komîsyona Parlamentoyê di rapora xwe de bi berfirehî behsa mijara çekan û pêwîstiya nemana terorîzmê kir lê ev yek têrê nake.

Tirk jî Kurd jî aştiyê dixwazin. Ji bo vê jî pêwîst e hemû alî kar bikin û gavên pratîk bên avêtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst