Rêbwar Talebanî: Li Kerkûkê 4 rêveberên Kurd û Tirkmen di zindanên Heşda Şeibî de ne

16-10-2018
RÛDAW
Nîşan Rêbwar Talebanî Kerkûk Heşda Şeibî Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê bi wekalet ragihand, li Kerkûkê 4 rêveberên Kurd û Tirkmen di zinadanên Heşda Şeibî de ne û ew hêz ti rêzê bo parêzbendî û rêveberiyê nîşan nade.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê bi wekalet Rêbwar Talebanî ji bo Rûdawê diyar kir, ku piştî 16ê Cotmehê Kerkûk di warê siyasî, rêveberî û yasayî de di pêvajoyeke gelek xirab re derbas dibe û niha hêzeke serkutkarî wek serdema Beisê ketiye nav giyanê karmend û hemwelatiyên Kurd û bi bihaneya hilgirtina ala Kurdistanê û piştgirîkirina bo referanduma Kurd êşê dide wan.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê bi wekalet got: “Niha 4 rêveberên Kurd û Tirkmen, ku ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Gelê Tirkmen ve ne, bi tohmeta hilgirtina ala Kurdistanê û piştgiriya bo referandumê di zindanên Heşda Şeibî de ne û ew hêz ti rêzê bo parêzbendî û rêveberiyê nîşan nade.”

 

Li ser hewldanên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) yên bo nîşandana kesekî wek parêzgarê Kerkûkê jî Rêbwar Talebanî got, di warê yasayî de rêdayîna bo vê yekê tune ye,  ji ber ku serokê encûmena wê rêveberiyê heye, ku ajanda û şûna civîna encûmena parêzgehê diyar bike û ger ew kar bêyî serokê encûmenê were kirin, ev jî dibe berovajiyê rêziknameya navxweyî.

 

Talebanî amaje bi wê yekê kir, ku ger bêyî kombûna encûmena parêzgehê kesekî bikin parêzgar, ew parêzgar neyasayî dibe û em dê li dadgehê jî îtiraz bikin.

 

Îro salek di ser 16ê Cotmehê re derbas bû, ev jî piştî wê yekê pêk hatibû, ku Heşda Şeibî û hêzêm Iraqî êrîş ser Kerkûkê û derdorê kiribû. Beşek ji hêzên pêşmergeyan berevanî kir lê paşê pêşmerge li piraniya mîhweran oaşve vekişiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst