Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û i Patrîkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat Patrîk Mar Awa yê Sêyem civiya û di hevdîtinê de herdu aliyan rewşa Mesihiyên li Herêma Kurdistanê, Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 16ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Patrîkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat Patrîkê Mar Awa yê Sêyem û şanda ligel wî kir.
Di civînê de, Mesrûr Barzanî dubare pîrozbayî li Patrîkê Mar Awa III ji bo destbikarkirina wî kir û piştgîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo zêdetir pêşxistina çanda lêborîn û bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de nîşan da.
Patrîkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat spasiya piştevaniya Barzanî kir û diyar kir ku cihê kêfxweşiyê ye ku Kurdistan hêlîna pêkvejiyan û azadiya olî û tebayî ya navbera pêkhateyan e û divê peyama hemû olan, belavkirina aştî û xoşewîstiyê be.
Herwiha Rewşa giştî ya Mesîhiyan li Iraq û Sûriyeyê mijareke din a gotûbêjên Mesrûr Barzanî û Patrîk Mar Awa bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse