WAN - Kooperatîfa Ahtamarayê ji jinan re bûye çavkaniya dahatê

16-10-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Kooperatîfa Ahtamarayê Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Westanê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 18 jinan kooperatîfeke bi navê Ahtamarayê ava kirine.

Jinên di kooperatîfê de dest bi berhemanîna gûzan kir.

Ji wan gûzan çend berheman çêdikin, difiroşin û bi wê dahatê malbatên xwe xwedî dikin.

Seroka Kooperatîfa Ahtamarayê Aycan Bayazitê anî ziman:

“Em destpêkê gûzên xwe kom dikin, dibijêrin, hişk dikin û piştre em dikin kakil û difiroşin. Em reçela kakila çêdikin, daxwaz li ser zêde ye.

Her wiha em kakilê gûzan û genim diqelînin, dihêrin û dikin helaw û mirtoxe. Gûz ji me re bûye çavkaniyeke baş a dahatê.

Hemû karî em bi xwe dikin, ji bax em kom dikin, amade dikin û difiroşin.”

Ew dibêjin armanca wan a avakirina vê kooperatîfê ew bû ku jinên vê navçeyê warê xwe bicih nehêlin, xwedî kar bin û bikarin li vir jî di warê aboriyê de li ser lingê xwe rawestin.

Ew dixwazin hejmara endamên kooperatîfa xwe zêdetir jî bikin.

“Em ji her darê 40-50 kîlogram gûz kom dikin”

Endama Kooperatîfa Ahtamarayê Buşra Hakanê jî got:

“Em ji her darê 40-50 kîlogram gûz kom dikin. Em gûzan li Kooperatîfa Ahtamarayê pakêt dikin û difiroşin.”

Li navenda Westanê û gundên wê zêdetirî 500 darên gûzan ên vê kooperatîfê hene û salane derdora 2 ton gûz berhem tînin.

Ew bi rêya e-tîcaretê berhemên van gûzan ji hemû parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re dişînin û beşekê jî difiroşin marketên bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst