Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku ji bo belavkirina hişyariyê ya li ser koçberiyê, wan li gel rêxistineke Alman peymanek îmze kiriye.
Rêber Ehmed her wiha diyar kir ku li gorî peymanê, ciwan dê ji metirsiyên koça neyasayî bên agahdarkirin û dê rêya koça yasayî ji wan re bê xweşkirin.
Bi amadebûna Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed û Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê Albrecht von Wittke, di navbera Navenda Hevahengiya Qeyranan (JCC) û Ajansa Pêşxistinê ya Almanyayê (GIZ) ya ku rêxistineke fermî ye, memorandumeke lihevtêgihiştinê hat îmzekirin.
Rêber Ehmed di konferanseke rojnamegeriyê de derbarê peymanê axivî û got:
“Cara yekem e ku li Herêma Kurdistanê lihevtêgihiştineke bi vî rengî li gel GIZyê tê îmzekirin ku taybet e bi mijara belavkirina hişyariyê li ser koçê.”
Li gorî gotina Wezîrê Karên Navxwe, armanca peymanê “hişyarkirina ciwanan e li ser nexweşî û zehmetiyên koça neyasayî ya ji bo welatên Ewropayê, bi taybetî jî Almanyayê.”
Li gorî polîsên Almanyayê, di çar mehên yekem ên îsal de, 22 hezar û 170 koçber çûne wî welatî ku hejmarek ji wan Kurd in.
Rêber Ehmed li ser peyman û koça yasayî wiha anî zimên:
“Di belavkirina hişyariyê de, bi rêya hinek navendan li parêzgeh û îdareyên serbixwe, dê rêya koça yasayî ji bo ciwanan jî bê xweşkirin.”
"Rê ji bo koça yasayî tê xweşkirin"
Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed naveroka lihevtêgihiştinê zêdetir şîrove kir û got:
“Kesê ku bixwaze ji bo her armancê bigihîje welatekî Ewropî, bi taybetî Almanyayê, dê bê hişyarkirin ku dikare bi rêyeke yasayî û saxlem, bêyî ku jiyana xwe û malbata xwe bixe metirsiyê, bigihîje cihê mebesta xwe. Yek ji wan rêyan fêrbûna zimanê Almanî ye.”
Ajansa Bipêşxistinê ya Almanyayê dê hişyariyan li ser koça yasayî û metirsiyên koça neyasayî, bi rêya medyayê, torên civakî û wan navendên ku berê li parêzgeh û îdareyên serbixwe ji aliyê wê û Navenda Hevahengiya Qeyranan (JCC) ve hatine vekirin, belav bike.
Salane qaçaxçî, hejmareke zêde ya ciwanên Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiye, Urdin, Misir û welatên din digihînin Lîbyayê, da ku ji wir bi rêya deryayê biçin welatên Ewropayê, lê piraniya wan tên girtin û hinek ji wan jî di wê rêyê de canê xwe ji dest didin.
Li gorî amara Komeleya Penaberên Vegeriyayî yên Kurdistanê ya ji bo Rûdawê, ji destpêka îsal heta dawiya meha Tebaxê, nêzîkî şeş hezar kes ji Herêma Kurdistanê ber bi welatên Yekîtiya Ewropayê ve koç kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse