Fraksyonên Kurdistanî ji bo Kerkûk û Xurmatoyê bang li Ebadî kirin

16-11-2017
RÛDAW
Nîşan Fraksyonên Kurdistanî Iraq Heyder Ebadî Kerkûk Xurmato 16 Cotmeh
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Fraksyonên Kurdistanî yên parlamentoya Iraqê derbarê rewşa Kerkûkê û Xurmato û navçeyên din û awareyên wan cihan de daxuyaniyek belav kirin û têde daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kirin, ku ji bo rawestandina destdirêjiya bo ser mulk û malên hevniştimaniyên Kerkûk û Xurmatoyê û navçeyên din pêngavên bilez bihavêje.

 

Piştî 16ê Cotmeha 2017ê û êrişa Heşda Şeibî bo ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi hezaran kes aware bûn û niha di rewşeke giran de dijîn. Ji ber bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê malên hejmareke zêde ya welatiyên Kurd, bi taybetî li navçeya Xurmato hatine talankirin û hatine şewitandin.

 

Fraksyonên Kurdistanî di daxuyaniyekê de dibêjin: “Ew aware di rewşeke nehemwar de, dûr ji mal  û mulk û bazarên xwe dijîn, ew di bendewarita wê yekê de dijîn, ku hikûmeta federalî ewlehiyê û desthilata yasayê vegerîne bajarê wan, daku bikarin vegerin ser mal û mulkên xwe.”

 

Fraksyonên Kurdistanê herwiha tekezî li ser wê yekê kirine, ku her çi qas ku mehek li ser bûyerên 16ê Cotmehê re derbas bûye, lê belê ti rêkarek ji aliyê hikûmeta federalî nehatiye pêkanîn, ji bo ku hêvî bo hevwelatiyên Kurd bihê vegerandin û lêpirsîn li gel wan kesan jî nehatiye kirin, ku malên Kurdan şewitandine û teqandine û mal û mulkên wan talan kirine.

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de, fraksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê daxwazê ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dikin ku  ji bo rawestandina destdirêjiya bo ser mulk û malên hevniştimaniyên Kerkûk û Xurmatoyê û navçeyên din pêngavên bilez bihavêje û ew kesên ku ew kar kirine, rûbirûyê yasayê bihên kirin.

 

Fraksyonên Kurdistanî herwiha ji Ebadî xwastine, ku di nirxandina rêjeya ziraran û biryardana ji bo qerebûkirina zirarpêkevtiyan de û herwiha di sazkirina zemîneyeke guncaw bo vegera awareyan bo cihên xwe de lez were kirin.

 

Agahî tên nûkirin….

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst