Hewlêr (Rûdaw) - Li Colemêrgê, pîkapek ji bilindahiya 150 metreyan ket çemê Zapê û 2 kes mirin û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya 2 birîndaran giran e.
Li gorî agahiyan, li têketina Colemêrgê, pîkapeke ku nasnameya şofêrê wê nehatiye zanîn, ji bilindahiya 150 metreyan wergeriya û ket Çemê Zapê.
Li ser agahdarkirinê, gelek tîmên AFAD, UMKE, Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Cendirmeyan, Tenduristiya Lezgîn a 112ê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîman bi bota ku danîn ser avê, xwe gihandin pîkapê.
Bi alîkariya karmendên AFADê û antrenorên raftîngê Ramazan Îlhan û Selçuk Tunç cama paşîn a wesayîtê aht şikandin û ji 4 kesên ku di pîkapê de asê mabûn 2 kesên hatin rizgakirin.
Bi alîkariya vîncê hatin derxistin
Piştre, bi alîkariya vîncê pîkap ji avê hat derxistin û 2 kesên din ên ku di wesayîtê de asê mabûn, hatin derxistin.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyê.
Lê Macît Dayan û Sitki Dayan tevî midexaleya bijîşkan mirin.
Her wiha, welatiyekî ku dîtibû pîkap wergeriyaye avê û ji bo alîkariyê xwe avêtibû nav avê, ew jî bi alîkariya tîman ji avê hat derxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse