Li Riha û Colemêrgê qeza: 7 kes birîndar bûn

16-11-2025
RÛDAW
Nîşan Sêwreg Riha Colemêrg Qezayên Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sêwregê ya Rihayê û li Colemêrgê du qezayên trafîkê çêbûn. Di encama her du qezayan de bi giştî 7 kes birîndar bûn.

Li navçeya Sêwêregê ya Rihayê li ser Bulvara Selahadînê Eyûbî ya Taxa Ayvanatê otomobîlek li traktorekê qelibî.

Di qezayê de şofêr Behtî Ertenur û kesên bi navên Aşîna Ertenur û Mîray Gelener birîndar bûn.

Her sê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê.

Li Colemêrgê jî pîkapek ji zinarekî 150 metreyî bilind ket Çemê Zapê.

Di pîkapê de 4 kes hebûn û her çar jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku rewşa 2 birîndaran giran e.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFAD, UMKE, polîs, cendirme û tenduristiyê dest bi operasyoneke rizgarkirinê kirin.

Tîman bi rêya botekê xwe gihand pîkapê û 4 kesên birîndar hatin rizgarkirin.

Her çar birîndar jî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hatin şandin.

Her wiha welatiyekî ku ji bo alîkariyê xwe avêtibû avê û di avê de asê mabû jî ji aliyê tîman ve hatin rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst