Hewlêr (Rûdaw) - ENKSê û Itîlafê komîteyeke lêkolînê derbarê binpêkirina çekdaran de pêk anîne. Beşek ji awareyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê jî ku di encama êrîşên Tirkiyê û komên çekdar de derbider bûne, dibêjin ew amade ne vegerin ser cih û malên xwe, eger garantiyeke navdewletî hebe.
Tirkiyê û grûpên çekdar dest danîne ser Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê. Grûpên çekdar hewla guhertina demografiya navçeyên Kurdî didin û bi dehan hezar kes ji xelkê navçeyên din li navçeyên Kurdî têne bicîkirin
Ji ber êrîşên Tirkiyê û komên çekdar, heya niha bi dehan hezar kes ji xelkê Rojavayê Kurdistanê, her ji Efrînê ve heta Serê Kaniyê aware bûne û ji mal û warên xwe dûr ketine.
Rûdawê di derbarê avakirina komîteyê lêkolînê ya ENKS û Itilafê de nêrîna koçberên ku ji ber êrîşên Tirkiyê û çekdaran ji mal û warê xwe dûr ketine, pirsî. Rûdawê ji wan pirsî; gelo dê karê vê komîteyê bi serkeve, yan egere garantî hebe, gelo ew dixwazin vegerin ser malên xwe û wan jî bersiv dan.
Piraniya xelkê dibêjin, baweriya wan bi Îtîlafê nayê, hinek jî diyar dikin ku eger ahebe û grûpên çekdar ji nav bajaran derkevin û malên wan li wan vegerin, ew dixwazin vegerin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse