Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Hevserokên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tayîp Temel ragihand ku sê endamên şandeya Îmraliyê amade ne û tenê "avhewa" bûye asteng li pêşiya serdana wan a ji bo cem Abdullah Ocalan.
Temel her wiha îdiayên ku dibêjin HSD û Rojavayê Kurdistanê guh nadin Ocalan red kirin.
Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê di dema beşdariya di bernameyeke televîzyonî de, li ser amadekariyên serdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan got:
"Wekî her car, tê pêşbînîkirin ku sê endamên şandeya me serdana giravê bikin.
Niha avhewa hinekî asteng e lê di firsenda yekem a ku hewa guncaw be de dê serdan pêk were."
"Tecrîd nemaye"
Teyîp Temel derbarê rewşa niha ya Îmraliyê de, amaje bi wê yekê kir ku rewş ne wekî berê ye û "tecrîd" nemaye û got, "Birêz Ocalan çend pêşniyar kirine, niha li benda bersiva wan e û dixwaze di pratîkê de encamên wan bibîne."
Pêwendiya HSD û Ocalan
Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê bersiva wan gotegotan da ku dibêjin "HSD yan Rojavayê Kurdistanê guh nadin Ocalan" û ew gotin wekî "dûrî rastiyê" wesif kirin.
Siyasetmedar Temel di berdewamiyê jî de got, "Ew gotin ne rast in; berevajî vê yekê, hewldanên ji bo pêkanîna rêkeftina 10ê Adarê, encama nirxandinên Birêz Ocalan in ji bo dûrketina ji şer."
Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê rayedarê DEM Partiyê bi bîr anî ku beriya niha Ocalan çend pêşniyar ji bo HSD, Serok Barzanî û Bafel Talebanî kiribûn û got, "Ew peyam gihiştine hemû aktorên di nava proseyê de."
Rewşa Helebê
Teyîp Temel behsa rewşa Helebê û êrişên li ser taxên Kurdan ên wî bajarî jî kir û got:
"Piştî wan bûyeran, li Tirkiyeyê zimanê şer û rûbirûbûnê tê belavkirin û zimanekî nijadperest û înkarker careke din serî hildaye.
Me dît piştî ku şer rû da taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, çi miamele li gel xelkê sivîl û termên jinan hat kirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse