Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu da zanîn ku wan nexwestiye tenê şandeyeke ji 4-5 kesan pêk tê biçe Îmraliyê û pêşniyara wan ew bûye ku hemû endamên komîsyonê bi rêya telekonferansê Abdullah Ocalan guhdarî bikin.
Zekeriya Yapiciogluyê ku di heman demê de Endamê Komîsyona Hevgiştina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê ye, beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Partiyên siyasî yên li Parlamentoya Tirkiyeyê Komîsyona Hevgiştina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ava kirine û di rojeva wan de hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re heye.
HUDA PARê ji bo ku şandeyeke ji 5 kesan pêk tê biçe Îmraliyê dengê “na”yê bi kar anîbû û ev yek bûbû sedema nîqaşan.
"Me got bila hemû komîsyon guhdarî bike"
Zekeriya Yapicioglu li ser pirsa “Çima we nexwest şandeyek biçe Îmraliyê?” wiha axivî:
“Di serî de lazim e ez tiştekê rast bikim. Ji bo serdana Îmraliyê, ji bo guhdarîkirina Abdullah Ocalan, gelek partiyan bi israr got ku lazim e şandeyek here wî guhdarî bike.
Me jî di civîna komîsyonê de ev got, me got madem pêwîstiya guhdarîkirina Abdullah Ocalan heye, çima divê şandeyeke ji 4-5 kesan pêk tê, biçe Îmraliyê?
Komîsyon ji 51 kesan pêk tê. Bila ew 51 endam tev bi hevra wî guhdarî bikin, hem jî eger pirsên wan hene derfeteke wisa çêbibe ku karibin pirsên xwe jê bipirsin.”
Yapicioglu da zanîn ku du pêşniyar hebûn û got, “Yek jê ew bû ku ji 5 partiyên xwedîgrûp; AK Partî, CHP, DEM Partî, MHP û IYI Partiyê heyetek ji 5 kesan here Îmraliyê.
Pêşniyariya duyem ku pêşniyariya me bû, me got bila bi telekonferansê ew 51 endamên komîsyonê bi temamî guhdariya Abdullah Ocalan bikin û eger pirsên wan hene jê bipirsin.”
Serokê Giştî yê HUDA PARê amaje pê kir ku mesele ne tenê guhdarîkirina Ocalan e û wiha pê de çû:
“Madem mesele berdana çekan e, madem mesele fesixkirina PKKyê ye, madem mesele vekirina rûpeleke nû ye, helbet ew kesê ku çek di destê wî de ye lazim e pê re bê axaftin, lazim e gotinên wî bên bihîstin û bên tespîtkirin.
Lê me got ne bi tenê ji teref 4-5 kesan ve bê guhdarîkirin, bila komîsyon bi temamî guhdarî bike.”
"Armanca her partiyê cuda ye"
Zekeriya Yapicioglu li ser pirsa “Sedemeke taybet heye ku bi israr xwestin şandeyek biçe Îmraliyê?” jî wiha bersivand:
“Ez bawer im her partiyek belkî hinceteke cuda, armanceke cuda, mebesta wê heye.
Mesela DEM Partî dibêje ji bo çareseriya meseleya Kurd, Abdullah Ocalan temsîlkarê temamê Kurdan e û divê di serî de ew bi dewletê re muzakereyê bike.
Armanca MHPyê jî ew e ku piştî bangewaziya çekberdanê û feshkirina PKKyê eşkere bû, ji devê Abdullah Ocalan tiştekî zelal bibihîze û belav bike.
Belkî ji bo PYD û HSDyê jî bibêje hûn jî ji bo tevlîbûna avakirina dewleta nû ya Sûriyeyê yan jî çekberdana wê di nav vê bangê de ne, hûn jî lazim e wê bangê guhdarî bikin. Lê me jî got temam, madem mesele ev e, bila hemû komîsyon guhdarî bike.”
"DEM Partî jî bi MHPyê re ket heman rêzê"
Yapicioglu rexneyên bi rengê “HUDA PAR kete rêza CHPyê” red kir û pirsî, “Gelo em karin bibêjin DEM Partî ketiye rêza MHPyê? Eger ev rast be, ya din jî rast e.”
Yapicioglu bi bîr xist ku CHPyê civîn terk kiriye û deng nedaye û got, “Em çawa bi CHPyê re ketin heman rêzê?
Eger DEM Partî qebûl bike ku heta îro digot 'hikûmeta faşîst a AKP-MHPyê' lê ji îro pê de em ê bi MHPyê re di yek rêzê de bin, wê demê em ê jî bibêjin HUDA PAR û CHP ketine yek rêzê.”
"Mesele ne tenê PKK ye"
Serokê Giştî yê HUDA PARê da zanîn ku ew dê wekî partî raporekê amade bikin û pêşkêşî parlamentoyê bikin û got:
“Em dibêjin ev mesele ne tenê PKK ye, yan jî çekên PKKyê ye. Ev mesele nêzîkî 200 salan e berdewam e. PKK ev çil sal in heye.
Hêj PKK tinebû jî meseleya Kurd hebû. Eger PKK sibe tune be jî eger meseleya Kurd neyê çareserkirin ew ê berdewam be. Em dibêjin divê sedemên vê meseleyê ji holê bên rakirin.”
Zekeriya Yapicioglu axaftina xwe wiha bi dawî anî:
“Em dibêjin Kurd ji vî şerî, ji çekan, ji kuştinê westiyane. Êdî jiyaneke birûmet, jiyaneke wekhev, jiyaneke aram heq kirine û dixwazin.
Em ji her kesî bêtir dixwazin ev mesele çareser bibe. Em dibêjin Kurd jî wekî Tirkan, damezrînerê vê komarê ne lê piştî hebûna wan hat înkarkirin, zimanê wan hat qedexekirin û ev bû pirsgirêkeke mezin.
Em dê ne tenê dest û milên xwe, em dê serê xwe jî, temamê bedena xwe bixin bin vî barî da ku careke din biratî, aramî û aştî were van axan.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse