Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê Partiya Ked a Gelan (HEP) Mahmut Alinak ku berî 4 rojan li bajarê Qersa Bakurê Kurdistanê li mala xwe ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hat desteserkirin, derbarî wî de biryara girtinê derket.
Polîsên Tirkiyê roja Pêncşemê 13yê Sibatê bi ser mala nivîskar û siyasetmedarê kurd Mahmut Alinak de girtibûn û pişte hatibû desteserkirin.
Karûbarên yasayê û îfade dayîna Mahmut Alinak li Rêveberiya Polîsan a Qersê bidawî bû û ew îro Duşemê birin dadgehê.
Dadgehê bi hinceta ku “emdamê rêxistinê ye” derbarî siyasetmedar û nivîskarê Kurd de biryara girtinê derxist û ew ji bo girtîgehê şandin.
Mahmut Alinak 68 salî ye û cara 10mîn e dikeve girtîgehê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse