EFRÎN – Di êrişa bi dronan de kesek hat kuştin

17-03-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Dron Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, di bombebarana droneke Tirkiyeyê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Droneke Tirkiyeyê îro seat 10:30î gundê Bêloniyê yê Efrînê bombe baran kir.

Di encam wê bombebaranê de welatiyê bi navê Elî Ebdulrehman Mihemed jiyana xwe ji dest da.

Herwiha kesekî bi navê Mihemed Sebrî Xalid jî birîndar bû.

Hat zanîn ku piştî bombebaranê bi demeke kurt çekdarên mixalefeta Sûriyeyê çend gundên herêma Şehbayê topbaran kirine.

Kesê birîndar

Dagirkirina Efrînê

Tirkiyeyê bi piştgiriya çekdarên mixalefeta Sûriyeyê 20ê Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan ajot lê Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrîn dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên zêde mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurd vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

AK Partî li Periyê bi ser ket / Wêne: Rûdaw / Alî Haydar Gozlu

AK Partî li Periyê bi ser ket

AK Partî di hilbijartinên bajarokê Periyê yê navçeya Mêzgirê ya Dêrsimê Bakurê Kurdistanê de bi ser ket