Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, polîsan zarokekî 12 salî desteser kir.
Sedema desteserkirinê ew bû ku li ser formayê wî "Kurdistan" hatibû nivîsandin.
Bûyer doh (17ê Adarê” li Kolana Orhan Dogan a Cizîrê qewimî.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi hinceta nivîsa "Kurdistan"ê ew zarokê 12 salî desteser kir.
Heta niha navê zarok nehatiye zanîn.
Xelkê xwest rê li ber polîsan bigire
Dema ku polîsan zarok desteser dikir, welatiyên derdorê li cihê bûyerê kom bûn.
Welatiyan xwest rê li ber polîsan bigirin da ku zarok neyê desteserkirin.
Lê polîsan gef li welatiyan xwar û got eger ew midaxeleyî bûyerê bikin dê wan jî desteser bikin.
Ev ne cara ewil e
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek caran welatî ji ber cilên bi nivîsa "Kurdistan"ê tên desteserkirin.
Her wiha kesên ku Alaya Kurdistanê û sembolên Kurdan hildigirin jî bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" tên desteserkirin.
Saziyên mafên mirovan van kiryarên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi tundî rexne dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse