Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke hikûmeta Sûriyeyê çû parêzgarê Hisîçayê û soz da ku pirsgirêka Wêstgeha Avê ya Elokê ya li navçeya Serê Kaniyê çareser bike.
Ev nêzîkî 7 salan e ku ew wêstgeh di bin kontrola komên çekdar de ye.
Ji ber vê yekê, zêdetirî milyonek kes li bajêr û gundewaran ji avê bêpar mane.
Soza çareseriyê
Birêvebirê Daîreya Plansaziyê ya Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê Xalid Xazî got:
“Derbarê Wêstgeha Elokê de em li gel hevkarên xwe yên navneteweyî, Xaça Sor û UNICEFê dixebitin daku em vê wêstgehê nûjen bikin û bixin kar.
Em niha li Hisîçayê ne û soz didin ku di rojên bê de em dê bigihîjin wêstgehê û vê pirsgirêkê çareser bikin.”
Rêveberiya Xweser li alternatîvan geriya
Rêveberiya Xweser ji ber qutbûna ava Wêstgeha Elokê, li alternatîvan geriya.
Yek ji wan alternatîvan jî kolandina bîran a li navçeya Himeyê ya li bakurrojavayê Hisîçayê bû.
Hevseroka Rêveberiya Ava Hisîçayê Sozdar Ehmedê jî got:
“Plana alternatîv ew bû ku em çavkaniyeke din ji bo ava vexwarinê dabîn bikin.
Me hewl da ku ew cih li nav bajêr an jî nêzîkî bajêr be.
Di dawiyê de me li navçeya Himeyê bîrek kola û piştî analîzan derket holê ku ava wê ji bo vexwarinê tendurist e.
Lewma me biryar da ku em 50 bîran bikolin ku di saetekê de 600 metre sêcar avê didin.”
Xelk bi guman e
Xelkê Hisîçayê dibêjin, ew ji soz û peymanên ducare yên hikûmeta nû bi guman in.
Berpirsên şaredariyan jî tekez dikin ku tevî civînên ducare yên di navbera Parêzgar Nûredîn Ehmed, nûnerên UNICEFê û hikûmeta veguhêz de, ji bo xistina kar a Wêstgeha Elokê ti çareserî di rojevê de nîne.
Xistina kar a wêstgehê yek ji xalên peymana 29ê Çileya îsal a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta veguhêz de bû, lê heta niha gaveke berbiçav nehatiye avêtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse