Mesrûr Barzanî li ser êrişên mûşek û dronan daxuyanî da

1 demjimêr berê
RÛDAW
Mesrûr Barzanî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mesrûr Barzanî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mesrûr Barzanî Îraq Petrola Herêma Kurdistanê Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Bexdayê xwest ku rê li ber êrişên "komên deryasayî" bigire.

Mesrûr Barzanî her wiha got, Herêma Kurdistanê ne asteng e û dixwaze petrol were hinartin.

Mesrûr Barzanî li ser mijarên meaş, êrişên dron û mûşekan, hinartina petrolê û rewşa navxwe û herêmê axivî.

Serokwezîr Herêma Kurdistanê li ser êrişan wiha got, "Mixabin bi mûşek û dronan êrişî Kurdistanê hatiye kirin.

Ev yek ti hincetan qebûl nake. Herêma Kurdistanê ne beşek ji vî şerî ye û em ji hikûmeta federala Îraqê dixwazin ku rê li ber van êrişan bigire."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha got, "Hikûmeta federal berpirsyar e ku êrişên komên deryasayî rawestîne çimkî beşek ji wan meaşên xwe ji hikûmeta Îraqê distînin."

Mesrûr Barzanî spasiya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê kir ku mûşek û dron xistine xwarê û got, "Roleke wan a gelekî baş hebû, bi taybetî li Hewlêrê."

Mesrûr Barzanî derbarê hinartina petrolê ya bi rêya boriya Herêma Kurdistanê jî got:

"Em wekî Herêma Kurdistanê ji her kesî zêdetir li ser aboriya Herêma Kurdistanê, meaş û debara jiyana xelkê bi fikar in.

Em ducare dikin ku Herêma Kurdistanê li gel wê yekê ye ku petrol were hinartin."

Serokwezîr Barzanî bal kişand ser dilgiraniyên Bexdayê û got, "Herêma Kurdistanê ne asteng e. Me tenê daxwaz kiriye ku garantî hebe da ku em karibin ji qadên xwe jî petrolê hinarde bikin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha daxuyand ku divê Bexda mafên xelkê Herêma Kurdistanê bide û ambargoya heyî rake.

Mesrûr Barzanî her wiha diyar kir, ew petrola ku Bexda niha dixwaze hinarde bike qereboya petrola berê nake çimkî bi giştî nabe nîv milyon bermîl petrol.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî da malbatên şehîdan û got, "Ji bo parastina xelkê Kurdistanê çi ji destê me were em dê bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst