Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Parlamentoya Îraqê Şêrwan Duberdanî eşkere kir ku Hewlêr û Bexda li ser hinartina petrolê gihîştin rêkeftinê.
Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Parlamentoya Îraqê Şêrwan Duberdanî ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ji sibe vê dê dest bi hinartina petrolê were kirin.
Parlamentoya Îraqê Şêrwan Duberdanî ji Nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê Helkewt Ezîz re got:
“Hewlêr û Bexda li ser hinartina petrolê gihîştin rêkeftinê û ji sibê ve dest bi pêkanîna rêkeftinê tê kirin.
Di qonaxa yekem de ew petrola ku li ber dest e, dê ji qadnên petrolê yên Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bi hev re werin hinartin.”
Li aliyê din Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser şandina petrolê daxuyaniyek belav kir.
Mesrûr Barzanî got ku bi liberçavgirtina rewşa neasayî ya li welat û ji ber berpirsyariya ji bo derbaskirina vê rewşa dijwar, wan biryar da ku di demeke herî nêzîk de rê bidin petrol bi rêya boriya Herêma Kurdistanê biçe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û rola wan a di vê pêvajoyê de spasiya Amerîkayê kir.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî jî ji Rûdawê re ragihand ku îro li ser hinartina petrola bi rêya Herêma Kurdistanê rêkeftin hatiye kirin.
Heyan Ebdulxenî got, "Sibe ev rêkeftin dikeve warê pêkanînê û saet 10:00an hinartin dest pê dike."
Heyan Ebdulxenî eşkere kir ku petrola Kerkûkê bi rêya boriyekê tê hinartin.
Li gorî amarên ku wî dane, di nava du rojên bê de dê hinartina rojane bigihe 250 hezar bermîl petrolî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse