Mesrûr Barzanî û Tom Barack li ser hinartina petrolê axivîn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tom Barrack Mesrûr Barzanî Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barack bi rêya telefonê axivîn û pêvajoya hinartina petrolê ya bi rêya Tirkiyeyê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokwezîriya Herêma Kurdistanê Nûnerê Amerîkayê silav û rêzên Serokê Amerîkayê Donald Trump gihandin Mesrûr Barzanî.

Tom Barack her wiha destxweşî li Mesrûr Barzanî kir ku ji bo hinartina petrolê ya bi rêya Tirkiyeyê amade ye alîkariya hikûmeta federal a Îraqê bike.

Mesrûr Barzanî jî diyar kir ku dan û standinên li gel hikûmeta federal didomin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku wan tîma Herêma Kurdistanê erkdar kiriye da ku di vê rewşa dijwar de ji bo berjewendiya xelkê ji bo hinartina petrolê hêsankariyan bikin.

Mesrûr Barzanî wiha daxwaz ji Amerîkayê kir ku di dan û standinên Hewlêr û Bexdayê yên li ser gumrik û ambargoya bazirganî de rola xwe ya çavdêriyê bidomîne.

Tom Barrack jî ji bo rêkeftina neftê spasiya Hewlêr û Bexdayê kir

Nûnerê Amerîkayê Tom Barrack jî, ji bo rêkeftina hinartina petrolê spasiya Hewlêr û Bexdayê kir.

Tom Barrack bi rêya hesabê xwe yê Xê postek belav kir û got:

“Gelek spas ji bo Hewlêr û Bexdayê ji bo xebatên wan ên bi armanca gihîştina rêkeftinekê di vê dema hestiyar de.

Ev rêkeftin ji bo destpêkirina ducare ya hinartina enerjiyê û baştirkirina xweşguzarî û geşedana herêmê gelekî giring e.”


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst