Şertên rêkeftina petrolê ya Hewlêr û Bexdayê çi ne?

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Petrola Herêma Kurdistanî Kerkûk Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Îraqê li ser destpêkirina ducare ya hinartina petrola bîrên Herêma Kurdistanê û Kerkûkê gihîştin rêkeftinekê.

Biryar hate dayîn ku sibe ev pêvajo bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ya ji bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê dest pê bike.

Îro Şandeya Diyalogê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan li ser hinartina petrola Kerkûk û Kurdistanê li hev kiriye.

Şandeyê tekez kir ku ev gav ji ber berpirsyariya niştimanî û şirîkatiya destûrî hatiye avêtin.

Armanc ew e ku dahata giştî zêde bibe, krîza darayî were çareserkirin û meaş û debara jiyana welatiyan were dabînkirin.

Xalên sereke yên rêkeftinê:

Destpêkirina hinartinê: Sibe (18ê Adara 2026an) hinartina petrolê ya ji bo bazarên cîhanî dest pê dike.

Komîteya hevbeş: Ji bo çavdêriya pêvajoyê, di navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistanê de komîteyeke teknîkî û birêvebirî tê avakirin.

Dahata petrolê: Hemû dahata petrola hinartî dê vegere xezîneya giştî ya federal.

Parastina Bîran: Her du aliyan li ser tedbîrên ewlehiyê yên ji bo parastina bîran û berdewamiya hinartinê li hev kir.

Di dawiya daxuyaniyê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku ji bo derbaskirina krîza darayî ya Îraqê ew dê her gavê biavêjin û dahata pêwîst ji bo xizmetguzariyan dabîn bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst