Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê kuştina Elî Larîcanî piştrast kir.
Artêşa Îsraîlê berê diyar kiribû ku Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî hatiye armanckirin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê îro nîvro kuştina Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî ragihandibû.
Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê bi daxuyaniyekê kuştina Elî Larîcanî piştrast kir
Ajansa Tesnîmê û ofîsa wî jî ragihand
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ku nêzîkî Artêşa Pasdaran a Îranê ye û ofîsa Elî Larîcanî daxuyanî dan.
Wan ragihand ku Larîcanî di êrişa Îsraîlê de hatiye kuştin.
Di nûçeyên çapemeniya Îsraîlê de hatibû îdiakirin ku Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî hatiye armanckirin.
Netanyahu û Katz jî îdia kiribûn
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî îdia kiribû ku Larîcanî hatiye kuştin.
Heman îdia ji aliyê Serokwezîr Benyamîn Netanyahu ve jî hatibû bilêvkirin.
Hesabê medyaya civakî yê artêşa Îsraîlê jî îdiayeke bi heman rengî anîbû zimên.
Di parvekirina hesabê Xê yê bi Tirkî yê artêşa Îsraîlê de, Larîcanî wekî "rêberê defakto yê rejîmê" hatibû pênasekirin.
Elî Larîcanî kî ye?
Elî Larîcanî di siyaseta Îranê de wekî yek ji kesên bibandor tê zanîn.
Larîcaniyê ku li bajarê Necefê yê Îraqê ji dayîk bûye, li Qumê perwerdeya dînî dît.
Wî piştre perwerdeya matematîk û zanistên kompîturê dît.
Larîcaniyê ku li ser felsefeya rojavayî doktoraya xwe kir, salên dûdirêj li Îranê di qada ewlehî û siyasetê de wezîfeyên bilind wergirtin.
Di dan û standinan de kesekî bibandor bû
Larîcanî salên 1980yî di nav Artêşa Pasdaran de cih girt.
Piştre wî endamtî û şêwirmendiya Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî kir.
Demên dawiyê di siyaseta parastinê û dan û standinên nukleer ên Îranê de wekî yek ji kesên bibandor derdiket pêş.
Bavê wî Mîrza Haşim Amulî li Îranê kesayetiyekî navdar ê dînî yê Şîe ye.
Bira û xwişkên Larîcanî jî li Îranê kesên bibandor in.
🔴Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê kuştina Elî Larîcanî piştrast kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 17, 2026
🔴Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku Elî Larîcanî hatiye armanckirin pic.twitter.com/l49qEhPa1Z
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse