کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Tuncay Sonel / Wêne: Arşîv

Tuncay Sonel / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Doza Gulistan Dokuyê - Li ser parêzgarê berê dest bi lêpirsînê hat kirin

RÛDAW

RÛDAW

17-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW17-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel destûra lêpirsînê da.

Piştî vê biryarê, di demeke kurt de li ser parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel dest bi lêpirsînê hat kirin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Navxwe hatine wergirtin, bi fermana Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî li ser îdiayên derbarê parêzgarê berê Tuncay Sonel dest bi lêpirsînê hat kirin.

Wezaretê ji bo lêkolîna wan îdiayan mufetişekî mulkiyeyê erkdar kir.

Di çarçoveya lêpirsînê de dê hemû îdiayên li ser Sonel bi hûrgilî werin lêkolînkirin.

Xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulistan Doku ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020an ve winda ye.

Di çarçoveya lêpirsîna windabûna wê de di rojên borî de 13 kes hatibûn desteserkirin.

Di nav kesên desteserkirî de hevalê Gulistan Dokuyê Zeynel A., dêya wî Cemîle Y. û zirbavê wî Engîn Y. hebûn.

Her wiha kurekî parêzgarê berê yê bi navê Mustafa Turkay Sonel û parêzvanê parêzgarê berê Şukru E. jî di nav desteserkiriyan de bûn.

Doh êvarî ji wan gumanbaran du kes hatin girtin û ji bo du kesan jî biryara kontrola dadî hat dayîn.

Gumanbarên din jî sewqî avahiya dadgehê hatin kirin.

Parêzgarê berê jî di nav lêpirsînê de ye

Navê parêzgarê berê Tuncay Sonel di dozê de derbas dibe û îdia hene ku wî xwestiye ser bûyerê bigire.

Dosyeya Sonelê ku niha di nav Wezareta Karên Navxwe de wekî birêvebir wezîfedar e, ji aliyê mufetîşan ve tê lêkolînkirin.

Berteka tund a dêya Gulistan Dokuyê

Dayîka Gulistan Dokuyê, Bedriye Dokuyê ku li ber avahiya dadgehê ye, daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir.

Bedriye Dokuyê bi kedereke mezin got:

"Ez dayîk im... Heke zarokê we ji dibistanê neyê hûn dê çi bikin? Ji bo xatirê Xwedê wê bibînin."

Bedriye Dokuyê da zanîn ku heta ew hestiyên keça xwe nestîne, ew dê ji ber deriyê dadgehê ranebe.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên